Jinên Efrînê… nimûneyên jinên birêxistinkirî û berxwedêr

Di nav şert û mercên şer û trajediya koçberiyê de, jinên Efrînê bi karkirina mîna şaneya mêşên hingiv, di dirêjahiya salekê de ji dagirkeriyê karîn xwe biparêzin, perwerdeyên bîrdozî pêk anîn û bi rêya çalakiyên cuda ji xwe re pirek ava kir da ku wan bi berxwedana li hember dagirkeriya Tirk ber bi rizgarkirina Efrînê ve girê bide. Naveroka peyama wan di roja 8`ê Adarê de berxwedan û şerê li dijî hêzên dagirkeriyê yên li ser xaka wan e.

Jinên Efrînê… nimûneyên jinên birêxistinkirî û berxwedêr
Jinên Efrînê… nimûneyên jinên birêxistinkirî û berxwedêr
Jinên Efrînê… nimûneyên jinên birêxistinkirî û berxwedêr
Jinên Efrînê… nimûneyên jinên birêxistinkirî û berxwedêr
Jinên Efrînê… nimûneyên jinên birêxistinkirî û berxwedêr
Jinên Efrînê… nimûneyên jinên birêxistinkirî û berxwedêr
Jinên Efrînê… nimûneyên jinên birêxistinkirî û berxwedêr
Jinên Efrînê… nimûneyên jinên birêxistinkirî û berxwedêr
Jinên Efrînê… nimûneyên jinên birêxistinkirî û berxwedêr
Jinên Efrînê… nimûneyên jinên birêxistinkirî û berxwedêr
7 adar, 2019   05:20

ŞERVÎN MISTEFA - FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Di êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî kantona Efrînê de, berxwedana jinên ji tevahiya pêkhateyên kantona Efrînê, di eniyên pêş û çalakiyan de pêşeng bû.

Tevî êşa koçberiyê û dûrketina ji warên xwe bi darê zorê, lê jinên Efrînê yên ku xwe di dirêjahiya salên şoreşa Rojava de bi rêxistin kiribû, koçberî û penaberî li hember têkoşîna wan nebû asteng.

Piştî gelek astengiyan û zehmetiyên ku di rojên koçberiyê de yên domdar de rastî wan hatine, tevî nexweşî û westanê, lê wan hebûna dagirkeriya Tirk li ser xaka xwe qebûl nekir û berê xwe da kantona Şehbayê ya nêzî Efrînê da ku ji nû ve jiyana xwe saz bikin.

Xwe ji encamên koçberiyê parastin

Kongreya Star destpêkê li her gund, herêm û kampên gundên navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê bi jinan re civiya û geşedanên siyasî û sedemên derketina wan ber bi kantona Şehbayê ve, pêwîstiyên qonaxê bi taybet erkên jinan şîrove kirin. Wê demê ast û rêjeya amadebûn û bersiva jinan ji erkan re mîna îro mezin bû.

Jinan destpêkê komîteyên taybet ji bo jinan, di nav komînên şêniyên Efrînê de yên ku li kantona Şehbayê bi cih bûne, ava kirin. Navendên Kongreya Star li her navçe û gundekî hatin vekirin. Vê gavê roleke çalak di birêxistinkirina jinan û parastina wan ji encam û pirsgirêkên koçberiyê de lîst. Ev navend bûn stargeheke din ji jinan re û meqsedek da ku pirsgirêkên xwe çareser bikin, bi taybet ji zewaca di temenê biçûk de parastin.

Heya roja me ya îro anku piştî derbasbûna salekê ji êrîşên dagirkeriya Tirk û derketina wan bi darê zorê ji Efrînê ber bi kantona Şehbayê ve, jinan bi rêya girêdan û kombûna li dor hev, dîmeneke balkêş ji ked û zîrekiya jinan ava kir. Jinan tevî dûrketina ji Efrînê, bi hevgirtin û vîna xwe ya xurt tevahiya barên jiyanê hilgirtine ser xwe.

Li gel tiştên ku me bi bîr xistin, îro rêjeya jinan li navendên sivîl, deste û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji sedî 80 ye. Ji aliyekî din ve bi rêjeya ji sedî 50 wek endam û hevserokên desteyan cih digirin. Ev jî wek cureyeke din ji berxwedanê ku pê Komploya Navdewletî di êrîşên Efrînê de têk dibe.

Plansazî, pêşketin û rizgarkirina Efrînê ji xebatên sereke ne

Ji bo xurtkirina birêxistinkirinê û yekrêziya refê li hember zêdegaviyên ku jinên Efrînê dikin hedef, di 25`ê Tîrmeha 2018`an de Konferansa 2`yemîn a Kongreya Star li kantona Şehbayê bi dirûşma `Bi giyanê Berxwedana Serdemê em ê şoreşa jinan bikin şoreşeke civakî` bi tevlêbûna 500 delegeyan û mêvanan ji Heleb, Kobanê û Şehbayê li dar ket. Di konferansê de plansazî û projeyên girîng hatin danîn û wê demê rizgarkirina Efrînê ji xebatên sereke yên kongreyê hatn diyarkirin.

Ji bo ronahî berdana ser pêkanîna biryarên konferansê li ser erdê, endama Koordînasyona Kongreya Star a Efrînê Newroz Haşim ji ajansa me re axivî. Newroz tekez kir ku piştî konferansê yekser wan dest bi birêxistinkirina jinan li gorî gotûbêj û biryarên konferansê kiriye. Jê ya herî girîng, xwe gihandina her jinekê li herêmê û hewl dan wan perwerde bikin. Li gel wê jî piştgiriya tevahiya jinan hate kirin û çalakiyên ku banga derxistina dagirkeriya Tirk ji Efrînê hatin lidarxistin. Newroz destnîşan kir ku wan heya asteke baş karî jinan li herêmê bi rêxistin bikin û tekez kir ku vîna jinan ji tevahiya planên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê bi hêztir e. Ji ber wê bi giyanê berxwedana jinan dê dagirkeriya Tirk ji xaka Efrînê bi dawî bibe.

Newroz tekez kir ku jin bi rêya tevlêbûna çalakiyên şermezarkirina dagirkeriya Tirk û binpêkirinên wê der heqê jinan de israra jinan di vegera Efrînê de diyar kir. Tevî wê jî ceserata xwe di organîzekirina çalakiyeke protestoyî de li dûrî Efrînê bi çend kîlometreyan bi dirûşmeya `An Efrîn an Efrîn` îsbat kir.

Dewreyên perwerdeyê ji bo sekinandina li hember dagirkeriya Tirk li Efrînê

Ji bingeh û xuyakirina fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîngiya perwerdeyê, jinên Efrînê li Şehbayê piştî koçberiyê dewreyên perwerdeyê ji tevahiya aliyan ve zêde kirin. Li ser wê li herêmê di dirêjahiya salekê de zêdetirî 14 dewreyên perwerdeyên hatin vekirin. Tê de 356 jin perwerdeyên girêdayî neteweya demokratîk, dîroka jin, jiyana komînal û aloziyên Rojhilata Navîn di dîrokê de dîtin. Li gorî Komîteya Çavdêriya Perwerdeyê, însiyatîfa jinan di tevlêbûna dewreyan de mezin bû û bi rêya nîqaşkirina waneyan, gavên mezin di pêkanîna destkeftiyên mezin û xweperwerdekirinê de avêtine. 

Têkildarî mijarê dayika Asya Ismaîl behsa tevlêbûna xwe di perwerdeya vekirî de kir. Dayika Asya ji şêniyên navçeya Raco ya kantona Efrînê ye û niha li Kampa Berxwedan bi cih bûye. Dayikê ev tişt anî ziman: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê texmîn dikir ku bi dagirkirina Efrînê dê karibin zîhniyeta xwe li ser jinên Efrînê ferz bikin mîna ku li herêmên din ên Sûriyê rû daye. Em hebûna wî di nav xwe de red dikin. Bi rêya perwerdeyên rojane ku em dibînin em dikarin xwe biparêzin. Ji ber wê em ê bi fikra xwe ya azad vegerin Efrînê."

Parastina çand û kultura gelêrî ya Efrînê

Ji aliyekî din ve, ji bo parastina kultura kurdî ya Efrînê û zimanê kurdî û li ser daxwaza jinan, gelek dewreyên fêrkirina zimanê dayikê hatin vekirin. Ev dewre bi awayekî asayî bi tevlêbûna bi dehan jinên temenmezin û jinên ciwan berdewam in. Ji bo vejandina çanda gelêrî Kevana Zêrîn a herêmê çalakiya hefteya çandî organîze kir. Tê de alavên gelêrî, stran û dîlanên gelêrî hatin pêşkêşkirin.

‘Berxwedana me ya di nav kavilan de, bi xwe peyamek e’

Jina bi navê Sêvîn Hisên ji jinên berxwedêr ên Kampa Berxwedan e. Sêvîn peyamek ji tevahiya cîhanê bi rasthatina Roja Jinan a Cîhanê re şand û wiha got: "Keda ku têne dayîn û azarên ku di nav kampan û kavilan de têne kişandin, bi xwe peyamek e gelek wateyên berxwedanê û girêdana jinan bi xaka welêt ve di nav xwe de dihewîne. Lewre em têkoşîn û bilindkirina asta berxwedana xwe heya rizgariya Efrînê tekez dikin."

‘Em dest ji têkoşînê û dayîna fedakariyan heya rizgarkirina Efrînê û jinan bernadin’

Girêdayî berxwedanê jinan di qonaxa duyemîn de ya Berxwedana Sedemê, hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Şêrîn Hesen wiha got: "Dagirkeriya Tirk nikarî vîna jinên Efrînê di berxwedanê de bişikîne. Ji roja yekemîn a êrîşan û heya niha piştî derbasbûna salekê ji dagirkeriya Tirk û di boneya 8`ê Adarê de gotin û peyama jinan diyar bû û ji bilî wê tu berdêl tune ne. Bi giyanê berxwedan û têkoşîna jinên azad em li hember zîhniyeta dagirkeriya Tirk disekinin. Ji bo rizgarkirina Efrînê amade ne ked û fedakariyên bêtir bidin da ku jinên ku ji ber binpêkirinên dagirkeriya Tirk hatine dorpêçkirin, xilas bikin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku jinên Efrînê ji destpêka çirûska şoreşa Rojava ve her sal bi destkeftiyên ku bi dest xistine, di 8`ê Adarê de pîroz dikin. Lê îsal dê vê rojê dûrî xaka xwe pîroz bikin. Li ser wê dê 8`ê Adarê bi dirûşma “Bi rihê Avesta, Barîn û sekna Leyla Guven em ê 8`ê Adarê pêşwazî bikin” û bi çalakiyên cuda pîroz bikin.

(şx)

ANHA