Pira Deriyê Sêmalkayê tê sererastkirin

Werşeyên xebatê dest bi sererastkirina pira çûyînê ya Deriyê Sêmalkayê kirin, ku di encama lehiyê û bilindbûna asta ava çemê Dilclayê hatibû rawestandin.

Pira Deriyê Sêmalkayê tê sererastkirin
Pira Deriyê Sêmalkayê tê sererastkirin
Pira Deriyê Sêmalkayê tê sererastkirin
Pira Deriyê Sêmalkayê tê sererastkirin
Pira Deriyê Sêmalkayê tê sererastkirin
6 adar, 2019   18:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Pira Deriyê Sêmalkayê ya di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê ji ber lehî û bilindbûna asta çemê Diclayê zerar dîtibû, ji ber wê pir tevgera çûn û hatinê di deriyê de rawestiya ye.

Werşeyên sererastkirinê dest bi sererastkirina pirê kirin.

Rêvebirê Têkiliyan ê Deriyê Sêmalkayê Baz Ehmed ji ajansa me ANHA‘yê re got, weşreyên sererastkirina dest bi erka xwe kirin û anî ziman ku divyabû sererastkirin di hema Adarê de bi dawî biba, lê ji ber bilindbûna asta ava Çemê Diclayê xebatên sererastkirinê asteng bûn.

Baz Ehmed got, tê payîn sererastakirin di meha Nîsana bê de bi dawî bibe.

ANHA