Li gelek cihan çalakiyên 8‘ê Adarê

Li gelek derverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê rêzeçalakî hatin lidarxistin.

Li gelek cihan çalakiyên 8‘ê Adarê
Li gelek cihan çalakiyên 8‘ê Adarê
Li gelek cihan çalakiyên 8‘ê Adarê
Li gelek cihan çalakiyên 8‘ê Adarê
Li gelek cihan çalakiyên 8‘ê Adarê
Li gelek cihan çalakiyên 8‘ê Adarê
Li gelek cihan çalakiyên 8‘ê Adarê
Li gelek cihan çalakiyên 8‘ê Adarê
Li gelek cihan çalakiyên 8‘ê Adarê
Li gelek cihan çalakiyên 8‘ê Adarê
Li gelek cihan çalakiyên 8‘ê Adarê
Li gelek cihan çalakiyên 8‘ê Adarê
Li gelek cihan çalakiyên 8‘ê Adarê
Li gelek cihan çalakiyên 8‘ê Adarê
Li gelek cihan çalakiyên 8‘ê Adarê
Li gelek cihan çalakiyên 8‘ê Adarê
Li gelek cihan çalakiyên 8‘ê Adarê
Li gelek cihan çalakiyên 8‘ê Adarê
Li gelek cihan çalakiyên 8‘ê Adarê
Li gelek cihan çalakiyên 8‘ê Adarê
6 adar, 2019   18:14

REQA

Jinên ku endamên Desteya Dadê ya Reqayê ne bi boneya 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî dan.

Daxuyanî li ber avahiya desteyê bi amadebûna Hevseroka Desteya Dadê ya Reqayê, Komîteya Jin a Meclisa Sivîl a Reqayê û jinên endamên desteyê hate xwendin.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Komîteya Dada Civakî Îlham Hafiz ve hate xwendin.

Îlham Hafiz got: " 8‘ê Adarê bo jinên kedkar e roja serbilindahî û şahnaziyê ye.  Jinan têkoşer ji sala 1857‘an ve ji bo azadiya xwe li hemberî zulm û desthiltdariyê têkoşînê dike. Clara Zetkin û hevalên xwe ku hejmara wan  derdora 129 jin bûn ji bo azadî û tinekirina kapîtalîzmê jiyana xwe ji dest dan. Clara em fêr kirin çawa li hemberî  astengî û keleman bisekinin û bigêjin armanca xwe. Roja Jinan a Cîhanê ji bo hemû jinên berxwedêr sembol e."

Îlham di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û diyar kir ku Leyla li hemberî zulm û bêdengiya navdewletî ji kiryarên ne mirovî yên di girtîgehan de sekinî, têkoşîna wê mîna gulekî ku şaxê wê li her deverê belav bibûye da ku faşîzm bi dawî bibe û guhên ker û zimanên lal hîs bikin.

Îlham Hafiz, bêdengiya navdewletî ya ji şideta li ser jinan şermezar kir û banga jiyaneke azad û wekhev kir.

Di dawiya daxuyaniyê de dirûşmeyên "Jin, jiyan û azadî" hatin qîrkirin.

Li aliyekî din jî nûnerên Rêveberiya Jin a Tebqayê serdana Komîteya Jin, Yekîtiya Jina Ciwan, Meclisa Zagonsaz, Saziya Malbatên Şehîdan, Meclisa Jin a Sûriyê, Komîteya Çand û Hunerê û Rêveberiya Ragihandina Jinê yên Reqayê kirin.

Endamên Rêveberiya Jin a Tebqeyê di serdanê de yadîgerî dan Rêveberiya Jin a Reqayê û 8‘ê Adarê li wan pîroz kir.

Girêdayî mijarê, endama rêveber a Meclisa taxa El-Deriye Zehre El-Şilaş got: "Jinên li Teqa û Reqayê piştî demeke dirêj 8 Adarê pîroz dikin.  Beriya ku Hêzên Sûriyeya Demaokratîk me rizgar bike, me wateya 8‘ê Adarê nedizanî."

KOBANÊ

Bi wesîleya 8‘ê Adarê Meclisa Jinên Sûriyê li navçeya Qenaya ya rojavayê bajarê Kobanê bi mamosteyan re civiya.

Bi dehan mamoste, endama Desteya Rêveber a Meclisa Jinên Sûriyê Cîhan Mihemed, nûnera Meclisa Jinên Sûriyê ya bajarê Kobanê Emel Ehmed û endamên meclisê di civînê de amade bûn.

Cîhan Mihemed, dîroka 8‘ê Adarê vegot û anî ziman ku berxwedana jinan, bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e.

Cîhan her wiha got: "Jinên Sûriyê destkeftiyên şoreşê parstin, li hemberî çeteyan têkoşîneke mezin dane meşandin, mînakên vê yekê Avesta Xabûr û Hena in."

Civîn bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jin bi dawî bû.

Her wiha Komîteya Jinelojî jî bi merasîmekê navenda xwe li ser asta herêma Firatê li bajarê Kobanê vekir,

TIL KOÇER

Bi heman armancê, Kongreya Star a navçeya Til Koçerê civînek li avahiya Hêzên Parastina Civakî bi amadebûna bi dehan jinên navçeyê lidar xist.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Cizîrê Remziya Mihemed axivî û got, jinan li Sûriyê ji bo mafê xwe têkoşîneke mezin li hemberî hêzên desthildar dane meşandin, berxwedana Leyla Guven îradeya jina azad nîşand dide.

QAMIŞLO

Li aliyekî din jî,  endamên Meclis û  Desteya Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê 350 dar li Pakrewangeha Şehîd  Delîl Saroxan a li bajarê Qamişloyê çandin.

Têkidarî mijarê, îro Desteya Şaredarî û Ekolojiyê ya herêma Cizîrê şitilgeheke bi navê "Şehîd Barîn"bi merasîmekê li bajarê Qamişloyê vekirin.

Bi dehan xelkên bajarê beşdarî merasîmê bûn.

Hevseroka Desteya Şaredarî û Ekolojiyê ya herêma Cizîrê Sema Begdaş diyar kir ku rêxistina jinan a şaredariyiê ji bo 8‘ê Adarê rêzeçalakî lidar xistine, di nav de vekirina vê şitilgehê ye û got: "Buhar bi rengê jinê dixemile, ji ber ku rastiya jina berxwedêr û têkoşer diyar dike."

Sema Bekdaş di berdewamiya axaftian xwe de anî ziman ku bi hezaran jinan rastî kuştin, şewat û îşkenceyê hatin, lê jinan ji şidetê re serî netewandin, mînaka vê yekê têkoşîna Leyal Guven e ku bûya dibistanek ji berxwedanê.

TEBQA

Li Tebayê jî bi heman armancê şandeyek ji Rêveberiya Jin a Tebqayê, serdana Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ, Mala Birîndaran û Meclisa Zagonsaz, sazî û buroyên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê kirin û mertal pêşkêşî wan kir.

DÊRAZOR

Bi heman mebestê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Dêrazorê hejmarek mamosteyên Dêrazorê xelat kirin.

Komîteyê 110 mamoste ji ber kedên wan di warê perwerdehiyê de xelat kir. Di şahiyê de meclisên herêmî, malên jin, Navenda Perwerdeyê ya gundê Sewir, Meclisa Malbatên Şehîdan û bi dehan jinên herêmê amade bûn.

Şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Buroya Jin a Şaredariya Gel a bajarokê Ebû Firi pêşengehek ji bo alavên gelêrî û wêneyan bi tevlêbûna bi dehan şêniyên bajarê û komînên bajarokê vekir. Pêşengeh dê roja bidome.

Her wiha Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê bi tevlêbûna bi dehan şêniyên navçeyê û Meclisa Malbatên Şehîdan 70 cûreyên daran li baxçeyên zarokan a Wirûd û Rojava,  parkên navçeya Tirbespiyê çandin. Tevî wê jî gul û şêranî li bendên leşkerî û şêniyan li deriyên têketin û derketinê yên navçeyê belav kirin.

Li aliyekî din ve, Kongreya Star a navçeyê kolanên bajêr bi alên Kongreya Star û YPJ`ê xemilandin.

DIRBÊSIYÊ

Li navçeya Dirbêsiyê ya katona Hesekê şahiyeke ji aliyê Kerwanê Jinên Azad ve hate lidarxistin.

Bi sedan şêniyên navçeyê bi çil û bergên filklorî bi armanca pêşwazîkirina Kerwanê Jinên Azad li Qada Şehîdan a têketina navçeyê kom bûn.

Bi gihiştina kerwan re, girse gul û şêranî pêşkêşî kirin.

Li vir ji rêveberên Kongreya Star a Dirbêsiyê Ebîr Hesen, bi navê Kongreya Star a bajarê Hesekê Fatima Îsmaîl û bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Fatima Şêx Nasir axivîn.

di axaftinan de 8‘ê Adarê de li jinan hate pîrozkirin û berxwedêr Leyla Guven hate silavkirin.

Piştî axaftinan, girse berê xwe da gundê Jinwar û li wir ji aliyê sedan jinan ve hat pêşwazîkirin û şahiyek hat lidarxistin.

SERÊKANIYÊ

Komîteya Rêveberiya Dibistanan a bajarê Serêkaniyê jî pêşangeheke karê destan û wêneyan ku xwendekaran çêkirine, vekir. Wêneyên di pêşangehê de balê dikşîne ser jin û xwezayê.

Bi dehan mamoste û xwendekar beşdarî pêşangehê bûn.

Deriyê pêşangehê ji aliyê Rêvebera Navenda Perwerdeyê Bêrîvan Naso ve hate vekirin. Bêrîvan bi xêrhatina beşdaran kir û 8‘ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.

Beşdaran di nava pêşangehê de geriyan.

DÊRIK

Buroya Jin a Şaredariya Gel a Dêrikê di çarçoveya rêzeçalakiyên 8‘ê Adarê de baxçeyeke zarokan bi navê "Roj" vekir.

Endamên saziyên sivîl, Kongreya Star, Mabatên Şehdîan û Şaredariya Gel beşarî merasîmê bûn.

Baxçe ji aliyê malbatên şehîdan ve hate vekirin.

Hevseroka Şaredariya Gel a Dêrikê Rojîn Çeto axivî û got: "Zarokên me pêşeroja me ne, ji bo pêşketina wan em ev baxçe vekiriye."

Merasîm bi dirûşmeyên "Jin, Jiyan û Azadî" bi dawî bû.

(ekîp)

ANHA