`Bi saya şehîdan jin rizgar bûn`

Jinên navçeya Eyn Îsayê destnîşan kirin ku bi keda şehîdan jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê azad bûn. Her wiha mamosteyên bajarê Hesekê Roja Jinan a Cîhanê li tevahiya jinan pîroz kirin û gotin, ew ê têkoşîna xwe mezin bikin û her roj bibe roja jinan.

`Bi saya şehîdan jin rizgar bûn`
6 adar, 2019   19:17

GIRÊ SPÎ

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Eyn Îsayê Sûzan Ebûd destnîşan kir ku bi saya xwîna şehîdan jinên li herêmê di tevahiya waran de xwe isbat kirin û ji bo azadiya xwe û xilasiya ji koletiyê têkoşiya.

Girêdayî heman mijarê endama Buroya MSD`ê Dabiye El-Nasir got: "Ji mafê jinê ye ku rola xwe di tevahiya waran de bilîze, ji ber ku jin civak e. Ez vê rojê li tevahiya jinên cîhanê pîroz dikim."

Ji aliyê xwe ve endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Awaz Kobanê bal kişand ku serkeftinê ku jinan di her qadan de bi destxistin berhemên xwîna şehîdan e û got, bi saye şehîdan jinan di her qadan de, di nav de qada leşkerî de cih girt û gel û xaka diparêze.

HESEKÊ

Mamosetyên Hesekê Roja Jinan a Cîhanê li tevahiya jinan pîroz kirin û teqez kirin ku ew ê tevahiya rojan bikin rojên jinan.

Mamosteya bi navê Rîm Elî got: "Roja Jinan a Cîhanê berhemê têkoşîn û berxwedana jinan di dirêjahiya salan de ye. Ji aliyê xwe ve em ê heya azadiyê vê têkoşînê bidomînin."

Mamosteya bi navê Bêrîvan Umer Begarî anî ziman ku jinan rola xwe di tevahiya waran de isbat kirine û got: "Îsal cuda ye, ji ber ku em ê roja xwe û tunekirina DAIŞ`ê bi hev re pîroz bikin."

Têkildarî heman mijarê mamosteya bi navê Elmez Xelîl got: "Piştî bidawîbûna çeteyên DAIŞ`ê li herêmê em ê hemû rojan bikin rojên azadiya jinan."

(şx)

ANHA