Dadgeha Tirkiyê tiwittek ku lîstoka Erdogan ji bo destwerdana Sûriyê eşkere dike, qedexe kir

Dadgeheke Tirkiyê twitteke ku lîstokeke serokê Tirkiyê Receb Tayyîb Erdogan û hindek berpirsên Tirkiyê der barê destwerdana leşkerî li Sûriyê eşkere dike, qedexe kir.

Dadgeha Tirkiyê tiwittek ku lîstoka Erdogan ji bo destwerdana Sûriyê eşkere dike, qedexe kir
5 adar, 2019   11:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeheke Tirkiyê li Ankarayê twitteke ku li ser malpera Nordic Monitor li ser Twitterê hat belavkirin û tê de lîstoka ji aliyê serokê Tirkiyê Receb Teyyîb Erdogan ve der barê Sûriyê de eşkere dibe, qedexe kir.

Malpera Nordic monitor a Siwêdî got di tiwitta hatiye qedexkirin de, detayên dengekî qeydkirî yê berpirsên mezin ên Tirkiyê heye, di qeyda deng de komploya destwerdana leşkerî a Sûriyê tê gotûbêjkirin.

Çavkaniyê diyar kir ku biryara qedexekirina tiwittê ji aliyê dadwer Elî Killis ve roja 31`ê Çileya 2019`an li dadgeha Enqerayê hate standin. Biyar jî bi hênceta ``ewlehiya netewî`` haitye standin.

Tiwitt`a  ku behsa wê tê kirin bi sernavê "Dadgeha Tirkiyê rastiya tomara dengên der barê komploya istixbarata Tirkiyê li Sûriyê de, teqez dike".

Mijara Tiwitt`ê ewe ku dadgeha Tirkiyê tekez kiriye ku ew dengên hatine weşandin rast in. di tomara dengan de jî hin berpirsên mezin behsa desetwerdana Sûriyê dikin û dibêjin ku ew dikarin ji bo destwerdanê hênceteke sexte bi rêya istixbaratê pêk bînin.

Di tomara deng de wezîrê derve yê wê çaxê Ahmed Daud Oglo, cîgirê wî Sinir Welioglo, cîgirê serokê artêşê û hin berpirsên din diaxivin.

Yek ji wan dibêje "eger pêwîst be, ez ê 4 kesan bişînim Sûriyê bila çend guleyên hawanê ji aliyê Sûriyê ve bavêjin Tirkiyê.. bi vê yekê em ê şer çêbikin".

(bx)