Zerîf ji ber ku der barê serdana El-Esed a Îranê de nehate agahdarkirin îstîfa kir

Wezareta Karên Derve ya Îranê îro teqez kir ku, wezîr Mihemed Cewad Zerîf bi sedema ku der barê serdana serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed a Teharanê, nehatiye agahdarkirin, îstîfa kir.

Zerîf ji ber ku der barê serdana El-Esed a Îranê de nehate agahdarkirin îstîfa kir
5 adar, 2019   11:31

NAVNEDA NÛÇEYAN

Çapemeniya Îranê li ser zimanê berdevkê Wezareta Karên Derve Behram Qasimî ragihand ku, wezîrê derve Mihemed Cewad Zerîf bi sedema ku der barê serdana serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed a Teharanê, nehatiye agahdarkirin, îstîfa kir.

Ajansa Enbaa El-Telebe ya Îranê li ser zimanê Qasimî got ku Wezareta Karên Derve, ti agahî der barê serdanê de negirtiye.

Ajansê wiha lê zêde kir ``yek ji sedemên Zerîf îstîfa kiriye ew e ku ne kordînekirina bi Wezareta Karên Derve re bû. Her wiha berê vê jî hatibû ragihandin ku, îstîfakirina wezîr ne bi sedema dozekî takekesî ye.

Qasêm Sulêmanî, fermandarê Feyleqa El-Qudis a girêdayî Heres El-Serwrî ya Îranê ku berpirsê çalakiyên derveyî Îranê ye, di hevdîtina El-Esed û Xaminî de amad bû.

Mihemed Cewad Zerîf di dawiya Sibatê de li ser rûpela xwe ya tevna civakî îstîfaya xwe ragihandibû û wiha gotibû:" Heke di dema ku li ser karbûm de kêmasî derketine, min biborînin û ez spasiya gelê Îranê û berpirsên wê dikim."

Zerîf di Tebaxa 2013’an de bû wezîrê derve. Beriya wê jî di demên 2002-2007’an de, nûnerê Îranê yê NY’ê bû.

Zerîf bawernameya Diktora ya Zagonên Navneteweyî ji zanîngeha Denver a DYA’yê wergirtiye.

(fr)