Iraq derxistina hêzên biyanî nîqaş dike

Desteya Serokatiya Hevpeymana Çaksazî û avakirinê li Bexdayê bi serokatiya Umar Hekîm civiya. Di civînê de biryara derxistina hêzên biyanî ji Iraqê hate pejirandin.

Iraq derxistina hêzên biyanî nîqaş dike
5 adar, 2019   11:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Demeke ku li ser derxistina hêzên biyanî yên ku li Iraq’ê nîqaşek dijwar didome. Partiyên nêzîkî Îran bitaybet ji bo derxistina hêzên Emerikî ketine nava hewldanan. Ji aliyekî ve hebûna artêşa Tirk li Iraq; û rewşa şêwirmendê Îranî jî mijarên nîqaşan e.

Duh bi şev Desteya Serokatiya Hevpeymana Çaksazî û Avakirinê li Bexdayê di bin serokatiya Umar Hekîm de civiyan.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di civînê de, li ser rewşa siyasî, ewlekarî û temamkirina hikûmeta nû guftûgo hatine kirin. Herwiha di civînê de biryara derxistina leşker û hêzên biyanî yên li Iraqê, ji aliyê Desteya Serokatiyê ve hatiye pejirandin.

Kesên ku tevlî civîna Desteya Serokatiya Hevpeymana Çaksazî û Avakirinê bûyîn evin; Eyad Abdullah, Selîm Ciburî, Raêd Fehmî, Salih Mutleg, Xalid Ubeydî, Emar Tueme û Şaswar Ebdulwahîd.,

Tê payîn di demek nêz de li parlemena Iraqê li ser mijara derxistina hêzên biyanî rûniştinek pêk were.