Malpereke Amerîkî: Berxwedan li Efrînê bilind dibe

Malpera Al-Monotor`ê diyar kir ku sedama sereke ya dagirkirina Efrînê Rûsya bû,  Al-Monotor der barê kiryarên talanî û dizî û guherînên demografî û berxwedana li dijî arêşa Tirk û çeteyên wê jî raporek weşand.

Malpereke Amerîkî: Berxwedan li Efrînê bilind dibe
5 adar, 2019   10:07

Navenda Nûçeyan

Malpera Al-Monotor ya Amerîkî der barê dagirkirina Efrînê û kiryarên kuştin û guhertinên demografîk de raporek weşand.

Malperê diyar kir ku aliyên mîna Netewyên Yekbûyî û Human Rights Watch derbarê binpêkirinên mafên mirovan li Efrînê raporên bi nirx weşandine.Li gorî rapora NY`yê hin kiriyarên li Efrînê sûcên şer in.

Di rapora Al-Monotor`ê de behsa berxwedana Kurdan a li dijî artêşa Tirkik û çeteyên Sûriyê tê kirin.

Li gorî malperê sê alî li dijî dagirkeriya Tirkiyê çalakiyan dikin, Yekîneyên Parastina Gel, Xezeba Zeytûnê û Hêzên Rizgarkirina Efrînê. Van hêzan ji dawiya adara 2018`an ta çileya 2019`an nêzî 220 çalakî girtine ser xwe.

Li gorî Al-Monotor`ê berxwedêr bi roj teqemeniyên bi dest hatine çêkirin bikar tînin, bi şev jî li kêleka rê bi çekên sivik kemînan vedidin, lê di demên dawî de Hêzên Rizgariya Efrînê mûşekên anti tank li dijî dijminên xwe yên Tirk bikar tînin.

Malperê ragihan ku rewş li Efrînê ewqas şêlo ye ku mirov nikare hijmara kuştiyan bizanibe, lê bi kêmanî  10 leşkerên Tirk hatine kuştin, Tirkiyê jî dibêje ew leşker di dema rakirina mayinan de hatine kuştin. Her wiha raporê diyar kir ku di nava 10 mehên dawiyê de bi kêmanî 100 çeteyên Tirkiyê li Efrînê hatine kuştin.

Al-Monotor`ê diyar kir ku sedema sereke ku hişt Tirkiyê karibe Efrînê dagir bike Rûsya bû, ku wê asmanên xwe ji balefirên Tirkiyê re vekir.