Dewreyeke nû ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê bi dawî bû

Akademiya şehîd Fatima Xabûr dewreyeke nû ya endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêrazorê bi dawî kir.

Dewreyeke nû ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê bi dawî bû
Dewreyeke nû ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê bi dawî bû
Dewreyeke nû ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê bi dawî bû
5 adar, 2019   10:31

DÊRAZOR

Akademiya şehîd Fatima Xabûr dewreyeke perwerdeyê ya nû bi dawî kir. Dewreya hêzên ewkekariya hundirîn ku 15 rojan dewam kir îro bi merasîmekê bi dawî bû.

Merasîma dawîkirinê bi toraneke leşkerî ji aliyê endamên dewrê hate destpêkirin, paşê gelek axaftin hatin kirin, axaftvanan teqez kirin ku armanca perwerdeyan û derbasbûna akademiyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bilindkirina asta endaman ya zanyarî û pîşeyî ye.

Paşê endaman sûnda leşkerî xwarin.

ANHA