Xaça Sor der barê aloziya mirovî li kampa Holê hişyarî da

Xaça Sor ê Navneteweyî ragihand ku, xizmetguzariya li kampa Hol a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser" Keviyê helweşînê ye" bi sedema zêdebûna hejmara penaberan û malbatên çeteyên DAIŞ’ê ku di van demên dawî de hatine kampê. Teqez kir ku ew "nexweş û birîndar in".

Xaça Sor der barê aloziya mirovî li kampa Holê hişyarî da
5 adar, 2019   09:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Associated Press li ser zimanê Xaça Sor a Navneteweyî yê girêdayî NY’ê ragihand ku, xizmetguzarî li kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser" li ber hilweşînê ye" ew jî bi sedema zêdebûna hejmara sivîl, hevjîn û zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji Baxosê hatine ye.

Robert Mardinî endamê Komîteya Navneteweyî yê Xaça Sor ê New Yorkê ye got:" Hejmara şêniyên li kampê di destpêka meha Çilê de ji 34 hezaran gihîştiye 45 hezaran."

Mardinî got ku rojane bi hezaran jin û zarok tên kampê û ``dawiya vê tiştê jî ne diyar e``.

Li gorî Mardinî ``kesên ji cihê dawîn ê DAIŞ’ê têne kampê, nexweş, birîndar û westiyayî ne.

Di vê çarçoveyê de Mardinî ragihand ku, Xaça Sor ê Navneteweyî amade ye ku alîkarî û piştevaniya birêkirina çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan ber bi welatên wan ve bike, lê divê destpêkê bi welatên wan re hevpeyman bê danîn.

Di dawiyê de Mardinî ev doz wiha raber kir û got:" Ev doz yek ji dozên herî dijwar girêk e, ne tenê ji aliyê mirovahî ve, lê belê ji aliyê ku heke dewletên wan dixwazin wan vegrînin an na?.

(fr)