Bûyera ku duh çêbû nîşana têkçûna DAIŞ`ê ye

Dema ku Operasiyonên li baxosê rawestiyan hin çeteyan xwe radest nekirin, lê ji wan çeteyan duh êvarî nêzî 200 kesî dîsa xwe radestî QSD`ê kirin, ev jî tê wateya ku têkçûna çeteyên DAIŞ`ê nêzîk bûye.

Bûyera ku duh çêbû nîşana têkçûna DAIŞ`ê ye
5 adar, 2019   09:51

DIYAR EHMO / DÊRAZOR

DAIŞ`a ku tevlîhevî li hemû cîhanê çêdikr, îro têk diçe. Piştî ku qadeke mezin li Sûriyê û Iraqê dagir kir û ``Dewleta Islamê ya Iraq û Sûriyê`` ragihand îro li gundekî biçûk li ser qiraxa çemê Firatê têk diçe.

Gundê Baxoz, gundekî biçûke, bi zorê li ser nexşerêya Sûriyê xuya dike. Îro jî nav û dengê wê li tevahî cîhanê belav bûye. Li wî gundê bûyerên dîrokî têne kirin. Hemû cîhan li hêviya vê yekê bû. Li hêviya têkçûna çeteyên DAIŞ`ê ne.

Di roj û hefteyên derbasbûyî û piştî QSD`ê ji bo rizgarkirina sivîlan operasyonên leşkerî rawestandin da ku rê li pêşiya çeteyên ku bixwazin xwe radestî şervanên QSD`ê bikin, veke, li Baxozê pêka koçberiyê mezin bû. Di nav de sivîlên ku çeteyên DAIŞ`ê ew weke meratalên zindî bikar dianîn. Her wiha êzidîyên di êrîşa li ser Şengalê de aliyê çeteyên DAIŞ`ê hatibûn revandin. Çeteyên DAIŞ`ê ku hebûna wan li tevahî cîhan metirsiyeke pir mezin bû, niha jî gihîştine wê baweriyê ku êdî têkçûna wan nêz bûye.

Di şeva 1`ê  Adarê de, Hêzên Sûriya Demokratîk ku hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê ji Kobanê, heta Minbic û Reqa heta gundên Dêrazorê rizgar kirin, pêngava dawî ya qonaxa "Şerê Tinekirina Terorê" ragihande. Ew pêngav dawî ya hemleya Bagera Cizîrê bû, ji bo rizgarkirina gundê Baxozê, cihê dawî ku DAIŞ`ê .

Di wê şevê de, şeva gund bû sibeh, QSD`ê operasyona leşkerî li Baxozê bilind kir, gelek kolanên gund rizgarkirin, heta giha tepe û ala QSD`ê li ser tepe daçikand.

Roja 4`ê Adarê, QSD`ê careke din çalakiyên xwe yên leşkerî li hin aliyan rawestand, da ku rêyekê ji bo derketina sivîl û malbatên çeteyên li Baxozê mayî û hin çeteyên mayî xwe radestî şervanên bikin, şervan li hin aliyên din ji bo jiyana sivîlan nekeve xeteriyê bi hişyarî pêşdiketin.

Îsrara şervanan û lehengiya wan ji bo dawîkirina şer û têkbirina çeteyan, çete tevlihev kirin, ji ber vê yekê piştî rawestandina çalakiyên li aliyê bakurê Baxozê derdora 200 çeteyan ku zêdetirî wan ji welatiyên Asiya û Tirkiyê ne û derdora 300 sivîlan û malbatên çeteyan, xwe radestî şervanan kirin.

Tîmên taybet ên girêdayî QSD`ê sivîl û malbatên çeteyan ji herêmê derxistin û birin cihên ewle, li wir jî çalakiyên lêgerîn û lêkolînê dest pêkir û çete û sivîl ji hev cuda kirin û tedbîrên ewlehiyê derheqê çeteyan de girtin.

Şerê dawî ber bi dawiyê ve diçe, xeyalê DAIŞ`ê yên xîlafeta wan hilweşiyan, DAIŞ êdî têkdiçe, cîhan hemû li benda mizgîniya têkçûna DAIŞ`ê ye.

(bx-jo)

ANHA