Zêdeyî hezar sivîl û malbatên çeteyan ji Baxozê derdikevin

Li Baxozê di van kêliyan de zêdeyî hezar sivîlan û malbatên çeteyan bi rêya korîdora ku ji aliyê QSD`ê ve hate vekirin, derdikevin.

Zêdeyî hezar sivîl û malbatên çeteyan ji Baxozê derdikevin
5 adar, 2019   09:38

DÊRAZOR

Duh piştî şervanên QSD`ê operasyonên leşkerî li yek ji eniyên bakurê Baxozê rawestandin, derketina sivîl û malbatên çeteyan didome.

Nûçegihanê me ku pêngavê dişopîne ragihand ku di van kêliyan de zêdeyî hezar sivîl û malbatên çeteyên DAIŞ`ê bi rêya kamyonan ji Baxozê derdikevin.

(bx)

ANHA