`Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne`

Rêxistina Kongreya Star a Lubnanê  bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku daxwazên Leyla Guven daxwazên hemû gelê Kurd e.

`Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne`
5 adar, 2019   09:02

LUBNAN

Rêxistina Kongreya Star li bajarê Terablûs ê Lubnanê daxuyaniyek dan, tê de piştgiriya xwe bi berxwedana parlamenter Leyla Guven ku ev 118 rojin di greva birçîbûnê de, nîşan dan.Daxuyaniya ku ji aliyê endama Kongreya Star Sozdar Hecî ve hate xwendin, wiha ye:

"Bi navê jinên Kurd li Terablûsê em berxwedana Leyla Guven û hemû hevalên wê yên di greva birçîbûnê de ne silav dikin, tekoşeran ji bo rakirina tecrîda giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketin grevê, em teqez dikin ku daxwazên wan daxwazên me ne û em jiyaneke bê Rêber Apo qebûl nakin.

Ji ber azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye û azadiya jinan azadiya civakê ye, em silavên xwe ji Leyla Guven re dişînin, em piştgiriya wê dikin û berxwedana wê silav dikin".

ANHA