Jinên Dirbêsiyê: Bi rizgarkirina Efrînê şadiya me dê temam bibe

Jinên navçeya Dirbêsiyê, Roja Jin a Cîhanê li tevahiya jinên cîhanê û bi taybet li Leyla Guven pîroz kir. Her wiha tekez kir ku şadiya wan bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rizgarkirina Efrînê dê temam bibe.

Jinên Dirbêsiyê: Bi rizgarkirina Efrînê şadiya me dê temam bibe
5 adar, 2019   08:49

HESEKÊ

8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji hêla tevahiya jinên cîhanê ve tê pîrozkirin û wek rojeke ku destkeftiyên jinan tê de diyar dikin, dihesibînin. Bi vê boneyê jinên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ji ajansa me re çawa vê rojê pêşwazî dikin, vegotin.

Jina bi navê Felek Nezîr 8`ê Adarê li parlamenter Leyla Guven ku çalakiya wê 3 mehan derbas kiriye, şervanên jin ên di eniyên şer de pîroz kir û wiha got: "Ji bo wê rojê min ‘cila kurdî’ amade kiriye. Ew roj ji bo jinên ku ji zilm û zordestiyê rizgar bûne, pîroz e."

Felek tekez kir ku şahiya wan bi rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirk û rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê mezin bibe.

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Dîlber Şemo kêfxweşiya xwe bi Roja Jinan a Cîhanê wiha rave kir: "Îsal em 2 boneyan pîroz dikin, 8`ê Adarê û rizgarkirina tevahiya herêmên me ji çeteyên DAIŞ`ê. Em vê rojê li YPJ`ê yên ku me diparêzin, pîroz dikin."

Jina bi navê Ahîn Mihemed wiha got: "Jin ji berê ve bi berxwedan û vîna xwe ya xurt tên naskirin. Piştî şoreşa Rojava jinan xwe di tevahiya warên xizmetguzarî, leşkerî û siyasî de îsbat kir. Bi saya fikr û felsefeya Ocalan cihek di civakê de girt û ji tevahiya jinan re bûn mînak."

Di dawiyê de Ahîn piştgiriya xwe ji bo berxwedana Leyla Guven tekez kir û Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir.

(şx)

ANHA