Stranên wî peyvên berxwedanê rave dikin

Di Berxwedana Serdemê de şêniyên Efrînê bi gelek rêbazan li ber xwe da. Hindekan çek rakirin, hindekan birîndar derman kirin û hindekên din jî bi dengê xwe Berxwedana Serdemê hejand. Apê Cuma Dawûd Xelîl 45 rojan li rex şervanan li gundê xwe li ber xwe da.

Stranên wî peyvên berxwedanê rave dikin
Stranên wî peyvên berxwedanê rave dikin
Stranên wî peyvên berxwedanê rave dikin
Stranên wî peyvên berxwedanê rave dikin
Stranên wî peyvên berxwedanê rave dikin
Stranên wî peyvên berxwedanê rave dikin
Stranên wî peyvên berxwedanê rave dikin
Stranên wî peyvên berxwedanê rave dikin
Stranên wî peyvên berxwedanê rave dikin
Stranên wî peyvên berxwedanê rave dikin
5 adar, 2019   08:29

CAFER CAFO - XANDÎ ELO / ŞEHBA

Şêniyên Efrînê bi gelek rêbazan li ber xwe da. Hemû bi erka xwe ya neteweyî li hember êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî kantona Efrînê rabûn.

Şêniyê bi navê Cuma Dawûd Xelîl ê 60 salî, qebûl nekir ku ji gundê xwe Umera yê navçeya Şera derkeve. Di dirêjahiya 45 rojan de yanî heya 4`ê Adarê berxwedaneke bêhempa nîşan da.

‘Çiya bi xwîna şehîdan hatin avdan’

Cuma Dawûd Xelîl wiha dest bi vegotina bûyerên ku di dirêjahiya Berxwedana Serdemê de rû dane, kir: "Ez û hevsera xwe me pez didot, ji hişekê ve me dengekî bilind bihîst û erd di bin me de hejand. Dema min li asîman nêrî, min dît ku çawa balafirên artêşa Tirk a dagirker asîmanê Efrînê tarî kirine û welatê me topbaran dikin. Çiyayên Efrînê bi xwîna şervanên ku bi çekên sivik şerê dagirkeran dikir, sor bû. Ew şerekî ne adil bû, di saetên sibehê de balafiran herêm bombebaran dikirin û di şevê de şervanan bi çalakiyên xwe neçar dikirin ku çeteyên dagirkeriya Tirk paşde vekişin."

Apê Cuma wiha domand: "Heya 45 rojan ez, hevser û zarokên xwe li gund man, yanî beriya ku çeteyên dagirkeriyê gund bi rojekê, dagir bikin. Hevsera min, birîndar derman dikirin û xwarin û vexwarin ji wan re pêşkêş dikirin. Şervanan berê xwe dida eniyên pêş, rojekê min nedît ku şervanekî paşde vegiriya, ji ber wê ji bo parastin û serkeftinê min dua dikir. Wan biryara xwe ya ‘yan şehadet an jî jiyana birûmet’ da. Ne ji Komploya Navdewletî bûya, balafirên dagirkeriya Tirk nedikarîn kevirek ji xaka Efrînê dagir bikira. Dema şervan vedigerîn, di mala me de bêhna xwe vedidan û ji min dixwestin ku ji wan re bistrêm. Qirika min tenê peyvên berxwedanê vedigotin."

Balafiran her kes dikir hedef

Apê Cuma bûyera ku bûye şahidê wê, ji me re wiha vegot: "Bi derbasbûna rojan re, asta êrîşan li ser gundan zêde bû, li beramberî wê jî berxwedana şervanan jî zêde dibû. Ji ber wê şervan şehîd û birîndar dibûn. Caran bi erbeyan û caran jî li ser lingan em bi wan re diçûn da ku birîndaran xilas bikin û şehîdan bînin. Bê teredud ez bi erka xwe radibûm. Rojekê  berbangê sibehê bû, saet 05:00 bû, wê demê balafirên dagirkeriyê şervanekî ku li ser rêya sereke ya gund bû, kir hedef. Wê demê hevsera min dengekî ku dibêje, ‘ez şehîd dikevim, min xilas bikin’ dibihîze. Hema yekser me berê xwe da cihê deng û me şervan şand Nexweşxaneya Avrîn. Xwîn ji qirtik û zikê şervan diherikî."

Apê Cuma destnîşan kir ku di roja 45’an ji Berxwedana Serdemê, şervanek tê gel wan û dixwaze ji wan re bibêje ku divê ji gund derkevin, lê apê Cuma pê dihêse ku şervan nikare wê bibêje, hema jê re dibêje bila ew hemû şehîd bikevin lê dest ji gund bernade. Apê Cuma wiha berdewam kir: "Di roja din de birîndarek di eniyên pêşîn de hebû, min ew li ser pişta xwe rakir û bi peyayî min ji wir derxist. Piştî wê şervanek şehîd dikeve, careke din min berê xwe da eniyan, lê şer dijwar bûbû û gihaştibû çiyayên gund, di her saetekê de 100 moşek li gund diketin. Dema ez diçûm eniyê, min bi rê de qirî û got, ‘berxwedan jiyan e, şehîd namirin, îro li Çiyayên Kurmênc şervan canê xwe feda dikin, ji bo Efrînê bila em şehîd bikevin’ û min şehîd ji wir bi xwe re anî."

Apê Cuma kêliyên derketina ji mal vegotin û diyar kir ku wesifandina wan hestan dijwar e: "Kêrî li mal bû, min ew derxist derdora gund, wê demê komek top li rex me ketin. Zarokên min jî bi min re bûn, me hema xwe avêt erdê. Piştre em vegerîn mal û me xwe spart jêrzemînekê. Dengê guleyan ji nêz ve hate guhê min, ez derketim. Min dît ku balafirên dagirkeriyê li ser mala me difirin. Wê demê min pişta xwe da dîwarê jêrzemînê û kasêta bîranînan li pêşiya çavên min zivirî. Min pirsî; gelo ez ê çawa welatê ku ez lê mezin bûme berdim, warê kalikên me, ez ê çawa xaka welatê xwe berdim. Di wê demê de erebeyek ambulansê û tê de 7 şervanên birîndar hebûn, hat û gazî me kirin da ku em ji gund derkevin, lê ez razînebûm. Fermendarekî bi min re axivî û got tu dixwazî ji bo te em hemû şehîd bikevin û em amade ne. Lê min nexwest tiliyek şervanan birîn bibe. Ji ber wê li ser daxwaza wan ez derketim. Dema em ji gund derketin min li paş xwe nêrî û xatir ji mala xwe xwest û min got; ey qederê te xiyanet li me kir, lê em ê helbet rojekê vegerin. Heya ku em gihaştin rêya sereke, moşekek bi ser mala min de ket û ew bi temamî rûxand."

‘Dema em ji gund derketin çeteyan nîvê rûbera gund dagir kir’

Apê Cuma diyar kir ku çeteyan bi rêjeya ji sedî 50 ji gund dagir kiribû û wiha pê de çû: "Dema em ji gund derdiketin, em di cadeyekê re derbas bûn, wê demê min dît şervanek bi çeka xwe li pêşberî zêdetirî 30 çeteyan sekiniye û hevalên xwe yên ku di mizgefta gund de asê mane, xilas kirin. Beriya ku em ji gund derkevin du çete hatin pêşiya me, destpêkê me got ew şervan in lê dema hevalekî birîndar dikin, hema yekser hevsera min bi debanceyekê her du çete kuştin."

Apê Cuma roja derketina ji Efrînê wiha wesifand: "Dema em ji Efrînê bi rêya çiyayê Lêlûnê derketin, wê demê çiyayên Şengalê hatin bîra min. Çawa şênî ji Şengalê ji çeteyên DAIŞ`ê direvîn, hate bîra min. Wê demê min stranek li ser wê trajediyê stra. Min soza berxwedanê heya vegera Efrînê da."

(şx)

ANHA