Rojeva rojnameyên Erebî

Rojnameyên Erebî îro der barê şerê li dijî DAIŞ`ê, çeteyên biyanî yên di destê QSD`ê de, geşedanên li Cezayirê û têkiliyê Tiriyê û Urdunê de nivîsîn.

Rojeva rojnameyên Erebî
5 adar, 2019   08:17

Navenda Nûçeyan

El-Şerq El-Ewset: agirê şer şeva DAIŞ`ê kire roj

Der barê şerê li dijî DAIŞ`ê de rojnameya El-Şerq El-Ewset nivîsî ``li bajarokê Baxosê yê rojhilatê Sûriyê saat 8`ê şevê ye, şev reş e, tenê agirê topan û roniyên erebeyên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk tariya şevê dişkîne. Hin şervan liva çekdarên DAIŞ`ê yên 700 mitran dûr in dişopînin, DAIŞ li vê çola Sûriyê kêlkiyên xwe yên dawiyê dijî``.

El-Qudus El-Erebî: Sûriyê: 150 şervanên DAIŞ`ê xwe radet kirin û YE`ê cezayên li ser Sûriyê zêde kirin

Di heman mijarê de rojnameya El-Qudus El-Erebî nivîsî ``Berpirseke ragihandinê ya QSD`ê ji ajansa France Presse`ê re got ku roja duşemê bi sedan çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan xwe radest kirine. Di nava wan de biyanî jî hene, lê piraniya wan Sûrî û Iraqî ne``.

Rojnameyê wiha dewam kir ``Navenda Mafê Mirovan ya Sûriyê duh ragihand ku şer li herêmên kêm bûye ji ber ku hin malbatên çeteyan û çete dê xwe radest bikin.

Li aliyekî din Yekîtiya Ewropayê duh 7 wezîrên rejîmê xistin lîsteya cezayên li dijî Sûriyê``.

El-Ereb: Ewropa pişta xwe dide DAIŞ`iyên xwe

Der barê çarenûsa çeteyên biyanî yên li ba Hêzên Sûriya Demokratîk rojnameya El-Ereb nivîsî ``gelek dewletên Ewropayê derbarê çarenûsa DAIŞ`iyên Ewropî de bêdengiya xwe şikandin, li aliyekî Amerîka ji wan dixwaze ku welatiyên xwe vegerîne, li aliyê din dewletên mîna Brîtaniya, Fransa û Almaniya li çareyên din digerein ku nehêlin ev çete vegerin.

Fransayê biryara xwe da û dixwaze ku welatiyên wê yên di nava DAIŞ`ê de li Iraqê bêne darizandin, lê dewletên mîna Almaniya hîna di nîva rê de ne ka wan vegerîne lê nasnameya wan ya Almanî ji wan bikşîne``.

Al-Hayat: Rûsiya û Amerîka rewşa Sûriyê piştî têkçûna DAIŞ`ê dinirxînin

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî ``bi nêzîkbûna têkçûna DAIŞ`ê serokê Artêşa Amerîkayê Joseph Dunford û yê Rûsiysyê Valery Gerasimov dê li Vienna`yê li hev bicivin.

berdevkê hêzên leşkerî yên Amerîka Colonel Patrick Rider diyar kir ku fermdarên leşkerî dê têkiliyên leşkerî yên Rûsya û Amerîka li Sûriyê , û rewşên ewlehî li Ewropa û hin mijarên sereke gotûbêj bikin``.

Cezayir

Rojnameya El-Şerq El-Ewset nivîsî ``piştî ku serokê Cezayirî  Ebdilezîz Bûtiflîqa namzeteiya xwe ji bo serokatiya cara pêncemîn eşkere kir, rewş li Cezayirê tevlîhev bû, welatiyan nerazîbûn nîşandan, partiyên siyasî jî xwestin ku serokê ji erkên xwe bête dûrxistin û hilbijartinên serokatiyê yên 18`ê nîsanê bêne betalkirin.

Tirkiyê- Urdun

Der barê têkiliyên Tirkiyê û Urdunê de rojnameya El-Ereb nivîsî ``Tirkiyê hewl dide ku bi Urdunê re têkiliyên xwe baş bike, jiber cihê Urdunê yê stratejîk û rêveberiya wê ya nerm, bi taybet ku Ereb êdî Tirkiyê naxwazin, ji ber siyastên Tirkiyê ku dixwaze dest deyne ser herêmê û Xilafetê bi cilên nû zindî bike``.

Kurdistan

Rojnameya El-Ereb nivîsî ``çîna siyasî ya serdest li Silêmaniyê ya herêma Kurdistanê, hewl dide rê li pêşiya berzbûna siyasetmedarê ciwan û karzazê çalak Şahsiwar Ebdilwahid bigire. Ji ber ku ew piştî mirina Celal Talebanî êdî Yekîtî Niştimanî Kurdistan aciz dike, her wiha ew Partiya Demokrata Kurdistan ya malbata Barzanî jî aciz dike. Lê dîsa nifşên ciwan li dora tevgera wî kom dibin``.

(kn)