DYA zextê li Ewropayê dike da ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î vegerîne

Ajansa Bloomberg a DYA’yê li ser zimanê şêwirmendê ewlehiyê yê neteweyî yê DYA’yê John Bolton ragihand ku DYA dê zextê li hevkarên xwe yên dewletên Ewropayê bike da ku welatiyên xwe yên di nava DAIŞ`ê de ji Sûriyê vegerînin.

DYA zextê li Ewropayê dike da ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î vegerîne
4 adar, 2019   12:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Bloomberg destnîşan kir ku çarenûsa 800 heta hezar DAIŞ`iyên ku QSD`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtine, hîna ne diyar e. Ji dema ku serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump di Sibatê de bi rêya Twitterê diyar kir ku DYA, Fransa, Almanya û dewletên din ên Ewropayê dê zêdetirî 800 DAIŞ`iyên xwe vegerînin.

DYA’yê ji Brîtanya, Fransa, Almanya û hevkarên xwe yên din xwest ku zêdetirî 800 çeteyên hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`ê ku li Sûriyê hatine girtin, vegerînin û wan darizînin.

Şêwirmendê ewlehiyê yê neteweyî yê DYA’yê John Bolton jî di hevpeyvîneke li gel CBS’yê de diyar kir ku ne tenê DYA dê berpirsyariya darizandina çeteyan bike, ew bawer dikin ku yên din jî berpirsyariyên xwe pêk bînin.

Her wiha Bolton destnîşan kir ku ew hewl didin îtifaqekê li ser rewşa herêmê çêkin ku çete heta demekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di zindanan de bin.

Di şerê li dijî DAIŞ`ê de, QSD`ê bi sedan çeteyên biyanî ku di Tirkiyê re derbasî Sûriyê û Iraqê bûne, girtin.

(jo)