Li DYA’yê bahoz: 23 mirî

Li parêzgeha Alabama ya DYA'yê bahozeke mezin rû da û ji ber bahozê herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li DYA’yê bahoz: 23 mirî
4 adar, 2019   08:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Li parêzgeha Alabama ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku dikeve başûrê rojhilatê welêt, bahozeke mezin rabû. Ji ber bahoza dijwar bi hezaran xanî bê kehrebe man û xisareke giran pêk hat. Li gorî medyaya herêmî, berpirsê ewlehiyê Lee Jay Jones wiha got: "Mixabin hejmara miriyan gihîştiye 23 kesan."

Lee Jones diyar kir ku gelek kes jî winda ne û rewşa hin ji birîndarên rakirine nexweşxaneyê, giran e. Rayedarên nexweşxaneyê got çend ji kesên jiyana xwe ji dest daye, zarok in.

Serokê DYA'yê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê sersaxî ji mexdûran re xwest û wiha got: "Ba û bager bi rastî jî dijwar bûn, dibe ku bahozên din jî rû bidin."