Berxwedana Leyla Guven ket roja 117’an

Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD'ê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan,  di roja 117'emîn de didome. Çalakiya  girtiyên di greva birçîbûnê de jî di roja 79'an de berdewam dike.

Berxwedana Leyla Guven ket roja 117’an
4 adar, 2019   08:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Berxwedana hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Culemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di roja 117'emîn de berdewam dike.  Leyla Guven, di 8'ê Mijdara 2018'an de, di dadgehê de ragihand ku heta tecrîd bi dawî nebe, ew ê dest ji çalakiya xwe bernede. Piştî Leyla Guven dest bi çalakiyê kir, rayedarên dewleta Tirk di 12'ê Çileyê de birayê Ocalan, Mehmet Ocalan şandin girava Îmraliyê û hevdîtinek kurt hate kirin.

Leyla Guven, polîtîkayên hikumet û dewletê yên li dijî Rêber Ocalan rexne kirin û der barê hevdîtinê de diyar kir ku bi dîtina 15 deqeyan tecrîd naşikê û çalakiya xwe berdewam kir. Piştî ku Leyla Guven çalakiya xwe berdewam kir, di 25'ê Çileyê de Leyla Guven hat berdan û li mala xwe ya li Amedê çalakiya xwe ya grevê birçîbûnê berdewam kir. Leyla Guven, piştî hat berdan jî da zanîn ku heta daxwaza wê ya rakirina tecrîdê bi temamî pêk neyê, ew ê dest ji çalakiya xwe bernede û ev 117 roj e bi biryardarî û moraleke mezin li ber xwe dide.

Çalakiya Yagiz ket roja 104’an

Çalakiya endamê HDP'ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê dest bi grevê kir jî di roja 104'emîn de berdewam dike.  Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbuorgê û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 78'emîn de, çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir, di roja 79'emîn de berdewam dike. Di 1'ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehên Bakur û Tirkiyê girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. 

Herî dawî parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag û endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi armanca rakirina tecrîda li ser Ocalan bi civîneke çapemeniyê li avahiya HDP'ê ya Amedê duh dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.

Piştî çalakî li avahiya HDP’ê dest pê kir, wezîrê karên hundir ê Tirk Suleyman Soylu, ferdan û polîsan bi ser avahiya rêxistina HDP'ê de girt û endamên HDP'ê Sevîcan Yaşar, Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer binçav kirin. Greva birçîbûnê ya çalakgerên li Gerînendetiya Polîsan a Amedê tên girtin, berdewam dike.

Desteka ji bo Leyla Guven zêde dibe

Her wiha serdanên ji bo piştgiriya Leyla Guven dewam dikin. Duh jî hunermendên Kurd Kadîr Çat û endamê Koma Pel Îlyas Arzû, Leyla Guven li mala wê ziyaret kir û destek dayê. Di dema serdanê de Kadîr Çat strana "Kemal Pîr Yoldaş (Hevrê Kemal Pîr)" a li ser Zindana Amedê ji Leyla Guven re got. 

Her wiha aktîvîstên TJA’yê yên Êlihê û pêkhateyên HDK'ê ku ji bajarên Tirkiyê yên Mêrsîn, Stenbol û Antalyayê hatin Amedê, Leyla Guven ziyaret kir.