Rojeva çapemeniya erebî ya îro

Rojnameyên erebî yên îro der barê Şerê Tunekirina Terorê, derketina Cebhet El-Nusra, geşedanên li Cezayîr û Yemenê û gelek mijarên din de nivîsîn.

Rojeva çapemeniya erebî ya îro
4 adar, 2019   09:02

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Ereb: Piştî têkçûna DAIŞ`ê Tehrîr El-Şam daket meydanê

Rojameya El-Ereb wiha nivîsî: “Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) êrîşên li dijî hêzên artêşa Sûriyê zêde kirin, ew hewl dide hemû metirsiyên li ser xwe li herêmên Idlib, Hema û Helebê rake.

Li gorî çavdêrên siyasî ev liv û tevgera Tehrîr El-Şam bêyî erêkirina Tirkiyê çênebûye, jixwe Tirkiyê meha Çileyê rê dabû wan ku tevahiya Idlibê kontrol bikin û bi vî awayî hevpeymana Soçıyê binpê kir. Tirkiye dixwaze bi rêya El-Nusra armancên xwe li Sûriyê pêk bîne.”

El-Heyat: Kurd soz didin ku di nava çend rojan de DAIŞ`ê li Baxozê tune bikin

Der barê şerê li dijî DAIŞ`ê de rojnameya El-Heyat wiha got: “Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi awayekî giran li gundê Baxozê bi pêş de diçe, ji ber ku DAIŞ`ê mayin danîne. Tevî ku rêveberiyê soz da ku herêmên Rêveberiya Xweser ji terorê paqij bike jî, lê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid El-Mehbaş diyar kir ku teror hîna bi dawî nebûye. Her wiha tekez kir ku rêveberiyê 283 kesên ku bi gumana tevlêbûna DAIŞ`ê hatibûn girtin, berdan.”

El-Şerq El-Ewset: Pûtîn ji bo Netanyahu 3 garantî dan

Der barê mijara lihevkirina di navbera Rûsya û Îsraîlê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî:  “Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di hevdîtina li gel serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de der barê Sûriyê de sê garantî wergirtin. Li gorî çavkaniyên siyasî yên nêzî Netanyahu dê sîstema moşekên S-300 negihîje rejîma Sûriyê. Komîteyeke Rûsya-Îsraîlê dê bê avakirin ji bo derxistina hêzên biyanî ji Sûriyê, her wiha Îsraîl dê li Sûriyê bi azadî tev bigere.”

Filistîn

Der barê mijara Filistînê de rojnameya El-Şerq El-Ewset nivîsî: “Îro Amerîka dê konsolxaneya xwe ya li Qudsê bigire û tev li balyozxaneya li bajêr bibe. Ev kiryar ji bo Filistîniyan bû cihê nerazîbûnê.

Sekreterê Komîteya Rêveber ya rêxistina El-Tehrîr Saib Irêqat got konsolxaneyê 175 salan li Qudsê xebat kir, girtina wê kiryareke girêdayî îdeolojiya nîjadpereset e ku mafên filistîniyan napejirîne.”

Tirkiye

Rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Tirkiye zextên li dijî rojnamevanên biyanî zêde dike, bi taybet jî yên Alman. Tirkiyê destûrnameyên rojnamevanên Alman ên li dijî siyaseta wê ne, nû nake, tevî ku piraniya wan bi eslê xwe Tirk in. Ev biryar li hundir û derve bû cihê nerazîbûnê.”

Cezayîr

Der barê geşedanên li Cezayirê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: “Duh yekşemê bi sedan ciwanan li navenda paytext Cezayirê xwepêşandan li dar xistin. Xwepêşandan li dijî namzetiya serokê Cezayirê Botiflîqa ya ji bo hilbijartinên serokatiyê hatin lidarxistin. Ji 20 salan ve ev cara yekemîn e ku li dijî Botiflîqa ew qas xwepêşandan têne lidarxistin.”

Iraq-Siûdî

Der barê peymana di navbera Iraq û Siûdiyê de rojnameya El-Heyat wiha nivîsî: “Iraq û Siûdiyê ji bo hevpeymana hevkariya ewlehî û şerê li dijî terorê hevdîtin pêk anîn.”

Yemen

El-Şerq El-Ewset li ser rewşa Yemenê wiha got: “Wezîrê karên derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt duh çû Edenê. Piştî hevdîtina bi serokwezîrê Yemenê Ehmed El-Xenbeşî û wezîrê karên derve Xalid Elyemanî re, Hunt metirsiya xwe der barê şerekî dijwar li Yemenê de nîşan dan, ji ber ku hevpeymana di navbera hikumet û Hûsiyan de nehatiye pêkanîn.”