`Em ê 8`ê Adarê bikin roja pêkanîna armancên Leyla Guven`

Jinên ji bajarê Helebê destnîşan kir ku berxwedana Leyla Guven û hevalên wê yên çalakiya greva birçîbûnê, ji tevahiya cîhanê re îsbat kir ku jinên Kurd xwedî vîn in. Her wiha tekez kirin ku ew ê 8`ê Adarê bikin roja pêkanîna armancên têkoşer Leyla Guven ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

`Em ê 8`ê Adarê bikin roja pêkanîna armancên Leyla Guven`
4 adar, 2019   07:59

TOLÎN HESEN - HENEN MIHEMED / HELEB

Parlamentera HDP`ê û hevseroka KCD`ê Leyla Guven ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 7`ê Mijdara 2018`an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir. Çalakiya Leyla Guven derbasî roja 117`an bûye.

Jinên bajarê Helebê tekez kir ku ew piştgiriya çalakiya Leyla Guven dikin û berxwedana wê silav kir. Jinan destnîşan kir ku berxwedana Leyla Guven vejandina dîroka jinên azad e.

Jina bi navê Asya Mihemed got rêya Leyla Guven bi çalakiya xwe hilbijartiye rêya azadiyê ye. Wek jinên Helebê ew ê hêza xwe bikin yek da ku roja 8`ê Adarê bikin roja pêkanîna armancên têkoşer Leyla Guven.

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Zêneb Mistefa 8`ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir û wiha got: "Em piştgiriya girtiyên siyasî yên çalakgerên greva birçîbûnê dikin, di serî de têkoşer Leyla Guven ku çalakiya wê li gel bêdengiya navdewletî sed roj derbas kiriye."

Zêneb diyar kir ku ev bêdengiya navdewletî îsbat dike ku tevahiya dozên girêdayî Kurdan bê çareserî dimînin û ew berdewama komployên der heqê gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ye. Ocalan hewl da peyama xwe ya nîşaneya aştiyê û rizgariya tevahiya gelên bindest belav bike.

Jina bi navê Ranya Cafer ji ola Êzidî ye û got ew ê 8`ê Adarê bikin roja têkoşîn û berxwedanê ji bo tevahiya jinên cîhanê, bi taybet jinên berxwedêr ên li girtîgehên dagirkeriya Tirk. Jinan ji tevahiya cîhanê re îsbat kir ku ew xwedî vîneke xurt in û dikarin aştiyê belav bikin û tecrîdkirina Ocalan ku azadiya jinan kir ji dozên xwe yên sereke, bi dawî bikin.

Girêdayî heman mijarê jina bi navê Şêrîn Elî destnîşan kir ku berxwedana têkoşer Leyla Guven ji zêdetirî 100 rojan ve li rex hevalên xwe, vejandina dîroka jinan a têr û tijî fedakarî û berxwedan e, mîna Leyla Qasim, Sakîne Cansiz û bi dehan şehîdên jin ên azadiyê.

Di dawiyê de Şêrîn soza şopandina rêya şehîdên azadiyê heya rizgariya Ocalan ji girtîgehên Tirkiyê da.

Jina bi navê Mewlîde Silêman berxwedana girtîgehan, di serî de berxwedana Leyla Guven û Nasir Yagiz pîroz kir. Mewlîde diyar kir ku her du çalakger bûne sembola berxwedanê û bi dengên xwe tevahiya cîhan şiyar kir da ku piştgiriya wan bikin ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Di dawiyê de Mewlîde tekez kir ku dê roja 8`ê Adarê bibe roja raperînê ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê.

(şx)

ANHA