ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04.03.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04.03.2019
4 adar, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya ji bo rizgarkirina Baxozê dê were şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Şêxê êla Zubeyd, Raxib El-Faris got: "Rêveberiya Xweser berhemê serkeftinên hêzên me li hemberî hêzên dijber e, ev yek wateya rasteqîn a rêveberiya azad e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çavên her kesî Baxozê ne, gundê biçûk ê li ser beravê çemê Firatê û nêzî sînorên Iraqê. Her kes li benda agahiya bidawîbûna "Dewleta Xîlafetê" ne ku bibû belaya cîhanê. Gelo fikr û armancên kesên ku li Baxozê hatine dorpêçkirin çi ne, çima gihaştin vê rewşê û wateya Baxozê çi ye? (BI WÊNE).

- Rûspiyê êla El-Cewale şêx Ebdulrehman El-Reşîd El-Hemîd teqez kir ku însiyatîfa Rêveberiya Xweser  a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo serbestberdana girtiyên ku destên wan di rijandina xwîna gelê Sûriyê de tune ne, gavek pîroz e û rastî kêfxweşiyek her kesî hat. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-li herêmên Bakur û Rojilatê Sûriyê bi boneya 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakî tên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên ji bajarê Helebê destnîşan kirin ku berxwedana Leyla Guven û hevalên wê ji tevahiya cîhanê re isbat kir ku jinên Kurd xwedî vîn in. Her wiha teqez kirin ku ew ê roja 8`ê Adarê bikin roja pêkanîna armancên têkoşer Leyla Guven a bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Rêveberiya Kampa Vegerê ya Kantona Efrînê dibistanek bi du çadiran ji bo xwendekaran vekirin. Her wiha her du konan xemîlandin. Ji aliyê xwe ve zarokan teqez kirin ku şert û merc çawa be jî ew ê xwendina xwe berdewam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA