‘Rêveberiya Xweser wateya rasteqîn a rêveberiya azad e‘

Şêxê êla Zubeyd, Raxib El-Faris got: "Rêveberiya Xweser berhemê serkeftina hêzên me li hemberî hêzên dijber e, rêveberiya ku xwe dispêra paradîgmeya neteweya demokratîk, wateya rasteqîn a rêvebirina azad e."

‘Rêveberiya Xweser wateya rasteqîn a rêveberiya azad e‘
4 adar, 2019   05:20

LÎNA CANGÎR / QAMIŞLO

Şoreşa Sûriyê di encamên destwerdanên derve û tinebûna projeyeke alternatîk ji bo çareserkirinê ji xeta xwe ya aştiyane derket, veguherî şerekî çekdar ku heta niha dewam dike. Lê li Bakurê Sûriyê piştî Şoreşa 19‘ê Tîrmehê pêkhateyên rêveberiya xweser ragihandin û di bin banê vê rêveberiyê de dikarî aştiya navxweyî û herêmê ji êrîşan biparêzin, tecrûbeya rêveberiya xweser a Bakurê Sûriyê gihiştin herêmên Rohilatê Sûriyê.

Der barê rola Rêveberiya Xweser li herêmê, Şêxê eşîreya Zubeyd, Raxib El-Faris ji ajansa me ANHA‘yê re axivî û  teqez kir Rêveberiya Xweser stûna pergala demokratîk a avakirina ferd û civakeke azad e.

Raxib El-Faris rola fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a avakirina hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ev tişt got: "Keda herî mezin a Rêber Abdullah Ocalan e, ji ber ku Ocalan banga biratiya gelan û yekrêziya li hember êrîşan dike."

Her wiha El-Frais got: "Rêveberiya Xweser wateya ber bi çav ji neteweya demokrtîk e ya ku banga aştî, azadî û biratiya gelan dike.  Bi beşdarbûna hemû pêkhateyan me rêveberiya xweser hate avakirin, di bin banê vê rêveberî de hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parast."

Raxib El-Faris destnîşan kir ku, ji ber rola çalak a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk gelê herêmê li derdora wê kom bûn û wiha domand: "Me gelê xwe di nava saziyên sivîl de bi rêxistin kirin wekî desteyên ciwanan, karker, Yekîtiya Xwendekar û Mamosteyan û hwd. Bi vê yekê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li derdora Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kom bûn."

‘Armanca Tirkiyê têkbirina ewlehiya herêmê ye‘

Têkildarî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û avakirina herêmên parastina sînor, Şêx Raxib El-Faris ev tişt anî ziman: "Dijminahiya Tirkiyê dagirkerî ye, ji roja ragihandina nêzîkbûna tinekirina çeteyên DAIŞ‘ê ji aliyên Hêzên Sûriyeya Demokaratîk ve û doropêçkirina wan li gundê Baxozê û biryara Amerîkayê ya avakirina herêma parastina sînor ve, dewleta Tirk daxuyaniyan li pey hev dide, caran dibêje ku ew ê êrîşî rojhilatê Firatê bike û carnan dibêje ew ê çavdêriya herêma ewle bike. Em ji Tirkiyê re dibêjin; ev ne parastin e, lê belê dagirkirina xaka Sûriyê ye, ji ber ku armanca Tirkiyê têkbirina ewlehiya herêmê ye û dagirkirina xaka Sûriyê mîna Efrîn û Idlibê ye."

El-Faris di nava axaftinên xwe bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku çavdêriya herêmên parastina sînor bike û got: "Em aştiyê dixwazin, em naxwazin êrîşî dewletên cîranê bikin. Em ji welatên mezin û Neteweyên Yekbûyî dixwazin çavdêriya herêma parastina sînor bike da ku dewleta Tirk êrîşî herêmê me neke, bi rêveberiya hêzeke navdewletî em herêmên xwe biparêzin."

‘Bi hevgirtinê me serkeftin bi dest xist‘

Şêxê Êla Zûbeyd bal kişand ku hevgirtina hemû pêkhateyan Rêveberiya Xweser gihişt vê astê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez bang li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, li hemberî her êrîşên li ser gelê me bisekinin, terorîst li Bakurê Sûriyê tine ne, Erdogan hemû pêkhateyên herêmê dike hedef. Lê wekî gelê Bakurê Sûriyê, hêzên leşkerî û Meclisa Sûriyeya Demokratîk me şerê terorê kir, ji ber ku armanca ewlehiya tevahî Sûriyê ye. Serkeftinên me bi dest xistine berhemên yekîtiya me ye."

ANHA