Têkildarî 8‘ê Adarê çalakiyên cûda

Li geleke herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî 8‘ê Adarê çalakî hatin lidarxistin.

Têkildarî 8‘ê Adarê çalakiyên cûda
Têkildarî 8‘ê Adarê çalakiyên cûda
Têkildarî 8‘ê Adarê çalakiyên cûda
Têkildarî 8‘ê Adarê çalakiyên cûda
Têkildarî 8‘ê Adarê çalakiyên cûda
Têkildarî 8‘ê Adarê çalakiyên cûda
Têkildarî 8‘ê Adarê çalakiyên cûda
Têkildarî 8‘ê Adarê çalakiyên cûda
Têkildarî 8‘ê Adarê çalakiyên cûda
Têkildarî 8‘ê Adarê çalakiyên cûda
3 adar, 2019   17:59

HELEB

Kongreya Star a Helebê bi boneya 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê şevbuhêreke stranan li Akademiya Zanist û Ramana Azad a Taxa Şêxmeqsûdê li dar xist.

Ji dehan şêniyên taxê bi cih û bergên filklorî beşdarî şevbuhêrkê bûn. Di şevbuhêrkê de bi dehan curyên xwarinên gelerî yên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê wekî Tolik, kutilk, şamborek, nanê sêlê û hwd hatin pêşandin.

Her wiha jinan stranên gelerî yên Helebî, Efrînî û Kobanê gotin.

QAMIŞLO

Bi beşdarbûna endamên jin ên saziyên sivîl û şêniyên bajarê Qamişlo semînereke li ser dîroka 8‘ê Adarê li Hola Seyran a taxa Cûdî ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Semîner ji aliyê Rêveberiya Kongreya Star Roza Qamişlo ve hate dayîn.

Roza bal kişand ser şoreşa Bakurê Sûriyê, sedem û armancên wê û rola jin di şoreşê de got: "Jin di şoreşê de mafê xwe bi dest xist û ji hemû jinên cîhanê re bûne mînak, bi taybet jinên Kurd li hemberî zulma DAIŞ sekinîn û ew şikandin."

Roza diyar bang li hemû jinan kir ku bi rihê 8‘ê Adarê têkoşîna xwe dewam bikin.

Di dawiya de senefîzyoneke li ser têkoşîna jinan hate pêşandan.

AMÛDÊ

Rêxistina Kongreya Star a navçeya Amûdê semînerek li Hola Kerem a navçeyê da. Bi dehan jin û zilman beşdarî semînerê bûn.

Rêvebera Kongreya Star Nêrcis Dêrik axivî û got: "Di dirêjahiya dîrokê de jinan li hemberî zulm û koletiyê li ber xwe dan û serî netewand. Di şoreşa Rojava de jinan ji şoreşê re serkêşî kirin û di her qadên jiyanê roleke çalak lîstin."

Nêrcis banga bilindkirina têkoşînê li jinan kir.

Di dawiya semînerê de dirûşmeyên silavkirina têkoşîna jin û dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.

DÊRAZOR

Rêveberiya Jin a Dêrazorê bi heman mebestê semînerek li kampa Ebû Xeşeb a gundewarên Dêrazorê da û şitil li Goristana Şehîd Xidir Hemada çandin.

Di semînera ku ji aliyê rêvebera Meclisa Jin a Dêrazorê, Şehrezad El-Casim ve hate dayîn bi dehan jin amade bûn .

Şehrezad, rola jin di avakirina civakê de destnîşan kir û anî ziman ku rexmî hemû astengî, şer û binpêkirinên çeteyan jinan xwe ji nû ve bi rêxitin kirin û bûne sembola hêz û têkoşînê.

Şehrezad dîroka ragihandina 8‘ê Adarê wekî Roja Jinan a Cîhanê vegot û got: "Bi pêvajoya Şoreşa Rojava re, jinan rola xwe ya pêşeng vegerand û delîlê vê yekê mişeleya têkoşînê ye ku nayê tefandin."

Di dawiya semînerê de belavokên girêdayî girîngiya 8‘ê Adarê hatin belavkirin.

Paşê jî serdana Goristana Şehîd Xidir Hemada kirin û şitlên daran çandin.

GIRÊ SPÎ

Li Girê Spî jî, Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan bi amadebûna bi dehan kesî dauxyanî li Goristana Şehîd Mehmûd Timê dan.

Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sûzan Berces ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em 8‘ê Adarê li jinên cîhanê, jinên Sûriyê, dayik û hevjînên şehîdan pîroz dikin û di vê rojê de em şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînin ku xaka me ji terorê rizgar kirin.

Welatê me gelek şehîd dane. Em têkoşîna jin wekî Leyla Guven ku ji bo azadiya Rêberê neteweya demokratîk Abdullah Ocalan têkoşînê dike, her wiha Arîn Mîrkan û Avesta Xabûr ji bîr nakin.

Em li vir kom bûne da ku ji cîhanê re bêjin , jin bingeha jiyan û şarestaniyê û sembola wekhevî û jêdera rihê hevaltiyê ye.

Em soz dikin ku em ê heta nefesa dawî şopdarên xeta şehîdan bin."

Piştî xwendina, şêniyan mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

ANHA