William Robak bi rayedarên MSD`ê re pêvajoya piştî DAIŞ`ê nirixand

Şêwirmendê hêzên hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê  William Robak bi rayedarên Meclisa Sûriya Demokratîk MSD`ê re civiya û geşedanên li bakur û rojhilatê Sûriyê û pêvjoya piştî têkçûna DAIŞ`ê nirixandin.

William Robak bi rayedarên MSD`ê re pêvajoya piştî DAIŞ`ê nirixand
3 adar, 2019   13:42

Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê hêzên hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê  William Robak li navçeya Eyin Îsa bi rayedarên Meclisa Sûriya Demokratîk MSD`ê re civiya, ji rayedarên MSD`ê seroka desteya rêveber Ilham Ehmed, serokê buroya têkiliyên giştî Cihad Umer û endamê buroya têkiliyên giştî Ferhad Hemû beşdarî civînê bûn.

Di civînê de geşdanên siyasî û leşkertî yên li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê hatin nirxandin.

Buroya ragihandinê ya  MSD`ê diyar kir ku her du aliyan têkoşîna Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê û hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê li gundewarên Dêrazorê nirxandin.

Buroya ragihandinê diyar kir ku ``pêvajoya piştî têkçûna DAIŞ`ê jî hate nirxandin. Şandeya MSD`ê ji Robak re gotin ku li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê hîna gelek şaneyên veşartî hene û dibe careke din xwe birêxistin bikin, bi taybet ku Tirkiyê gefan dixwe ku êrîşî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bike``.

Li gorî buroya ragihandinê her du aliyan tekez li ser wê yekê kirin ku pêwîste di navbera QSD`ê û hêzên hevpeymanê de hewldan û karên hevbeş dewam bikin ku hebûna DAIŞ`ê ya erdnîgarî û ramyarî jî bête tunekirin.

William Robak serdana herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kir û hefteya derbasbûyî li bajarên Reqa û Tebqayê hevdîtin pêk anîn.

(kn) 

ANHA