Rêzeçalakiyên 8`ê Adarê li Serêkaniyê jî didomin

Rêzeçalakiyên boneya Roja Jinan a Cîhanê didomin. Di vê çarçoveyê de Kongreya Star du semîner li Serkaniyê û Zirganê lidar xistin.

Rêzeçalakiyên 8`ê Adarê li Serêkaniyê jî didomin
Rêzeçalakiyên 8`ê Adarê li Serêkaniyê jî didomin
Rêzeçalakiyên 8`ê Adarê li Serêkaniyê jî didomin
Rêzeçalakiyên 8`ê Adarê li Serêkaniyê jî didomin
Rêzeçalakiyên 8`ê Adarê li Serêkaniyê jî didomin
3 adar, 2019   13:19

HESEKÊ

Kongreya Star di nava du rojên derbasbûyî de li navçeya Zirgan a girêdayî Serêkaniyê û navaneda Serêkaniyê du semîner lidar xistin.Di semîneran de sinivsyonek der barê dîroka 8`ê Adarê û berxwedana jinan de hat pêşandan, semîner bi beşdariya bi sedan welatiyan hate lidarxistin.

Semînera yekem li navçeya Zirganê li hola civînan a li navenda Meclisa navçeyê hat lidarxistin û ji aliyê hevseroka Meclisa herêma Serêkaniyê Fadiya Ibrahîm hat pêşkêş kirin.

Semînera duyem jî li navenda Cand û Hunerê ya li navenda herêma Serêkaniyê û ji aliyê endama Navenda Jinolojiya ya Lêkolînên Istirajîdîk Malda Kosa ve hat lidarxistin.

Her du semîner bi rêzgirtinê dest pê kirin, paşê Fediya Ibrahîm û Malda Kosa roja 8`ê Adarê li tevahiya jinên bakur û rojhilatê Sûriyê pîroz kirin.

Di semîneran de bal hate kişandin ser rola jinan di têkoşîna li dijî hişmendiya mêrdestî û têkoşîna wan a di hemû aliyên jiyanî de, her wiha tekez kirin ku jin  di birêvebirina civakê de xwedî rolek  aktîf û girîng in, ji ber di hemû aliyên de xwedî rol û mîsyon in.

Di sermîneran de her wiha hate gotin ku berxwedana jinan bû hêviya azadiya hemû gelên bindest û destpêka şoreşa gelan.

Piştî axaftinan sinivizyon der barê girîngiya Roja Jinan a Cîhanê û berxwedana jinan de hat pêşandan.

Semîner bi sloganên ``bijî rêber Apo`` û ``bijî berxwedanan jinan`` bidawî bû.

ANHA