Li Şehbayê ji ber barana dijwar serbanek hilweşiya û ciwanek birîdar bû

Di encama barana dijwar de, serbanê malekê li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê bi ser ciwanekî de hilweşiya û birîndar bû.

Li Şehbayê ji ber barana dijwar serbanek hilweşiya û ciwanek birîdar bû
Li Şehbayê ji ber barana dijwar serbanek hilweşiya û ciwanek birîdar bû
Li Şehbayê ji ber barana dijwar serbanek hilweşiya û ciwanek birîdar bû
3 adar, 2019   12:11

ŞEHBA

Kantona Şehbayê di demên borî de bû şahîdê barîna barana dijwar, baran bû sedema azara şêniyên Efrînê û di encama gurbûna baranê de serbanê malekê li navçeya Ehdas bi ser ciwanekî de hiweşiya û birîndar bû.

Li wê malê, malbata şêniyê bi navê Ehmed û birayê xwe Elî Ehmed, dijîn û malbat kevilên ku ketine xwarê radike û ji nû ve malê sererast dike.

Her wiha piranî malên li kantona Şehbayê binesaziyên xwe di encama şerên ku di nevbera çeteyên Cebhet El-Nusre û DAIŞ’ê rû dane ne de hilweşiyane. Lê niha di wan malan de bi hezaran malbatên Efrînê yên ku neçar mane ji ber êrîş û binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Şehbayê bi cih bibin, dijîn.

(fr)

ANHA