Balafirên şer ên Tirkiyê herêmên Metîna û Zê bombebaran kirin

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker herêmên Metîna û Zê bombebaran kirin. Ji ber bombaranê tu zerar negihişt hêzên gerîla.

Balafirên şer ên Tirkiyê herêmên Metîna û Zê bombebaran kirin
3 adar, 2019   12:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê êrîşên hewayî yên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, 1'ê Adarê saet 18:20`an de Girê Golka yê herêma Metîna, 2'ê Adarê saet 10:00 qadên Şikefta Birîndaran û Saca yên herêma Zê yên ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê tu zerar negihişt hêzên me."