Fermandarê QSD`ê: Em hêzek niştimanî Sûrî ne û me erkekî  dîrokî hilgirtiye

Fermandarê QSD`ê Kanî Xelîl  di merasîma dawîkirina dewreya şehîd Sehim Dêrezor de, got ku ew hêzeke niştimanî Sûrî ne û parastina hemû pêkhateyên  Sûriyê dikin.

Fermandarê QSD`ê: Em hêzek niştimanî Sûrî ne û me erkekî  dîrokî hilgirtiye
Fermandarê QSD`ê: Em hêzek niştimanî Sûrî ne û me erkekî  dîrokî hilgirtiye
Fermandarê QSD`ê: Em hêzek niştimanî Sûrî ne û me erkekî  dîrokî hilgirtiye
Fermandarê QSD`ê: Em hêzek niştimanî Sûrî ne û me erkekî  dîrokî hilgirtiye
Fermandarê QSD`ê: Em hêzek niştimanî Sûrî ne û me erkekî  dîrokî hilgirtiye
Fermandarê QSD`ê: Em hêzek niştimanî Sûrî ne û me erkekî  dîrokî hilgirtiye
3 adar, 2019   12:04

GIRÊ SIPÎ

Akademiya şehîd Azîz Areb a li navçeya Ayin Îsa ya girêdayî kantona Girê Sipî dewreya xwe ya dehemîn ya fermandarên QSD`ê bidawî kir.

Bi dehan fermandarên QSD`ê û hêzên dispilîna leşkerî berşdarî merasîmê bûn, qada merasîmê jî bi alên QSD`ê, YPG, YPJ, Cêş El-Siwar, Meclisa leşkerî ya Minbicê û wêneyên şehîdan hate xemilandin.

Dewre bi navê şehîd Sehim Dêrezor hat binavkirin û du mehan dirêj kir û endamên perwerdehiyê dersên fikirî, leşkerî û polotîkî dîtin. 

Merasîma bi torenekî leşkerî dest pê kir, paşê fermandarê akademiya şehîd Azîz Areb Kanî Xelîl axivî û bi dawîkirina dewreyê li hemû endaman pîroz kir û hêvî kir ku dê hemû endam ji bo parastina ewlehî û aramiya hemû herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê têbikoşin.

Xelîl di nava gotina xwe de destnîşan kir ku ew hêzeke niştimanî Sûrî ne, armanca wan parastina hemû pêkhateyên gelê Sûriyê ye, bêy ku ferq û cudahiyê bixin navbera pêkhateyên li ser xaka Sûriyê dijîn.

Xelîl  got ku erka dikeve ser milê endamên dewreyê yên ku  derçûne "Dîrokî" ye, ji ber Sûriyê di pêngaveke dîrokî û hestyar de derbas dibe.

Paşê merasîm bi sonda leşkerî û belavkirina bawernameyên derçûnê bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ye ku şehîd Sehim Dêrezor fermandarekî QSD`ê bû û di Pêngava Bagera Cizîrê de di meha Şibata derbasbûyî de şehîd bûye.

Fermandanrên akademiyê diyar kirin ku endamên ku derçûne, endamên QSD`ê yên xwedî ked in û beşdarî "Şerê Tinekirina Terorê" li herêmê bûne, her wiha piraniya wan ji malbatên şehîdan ne û xwedî ezmûnên zanistî ne.

ANHA