Rêzeçalakiyên 8`ê Adarê didomin

Kongreya Star ji bo 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê rêzeçalakiyên xwe didomîne.

Rêzeçalakiyên 8`ê Adarê didomin
Rêzeçalakiyên 8`ê Adarê didomin
Rêzeçalakiyên 8`ê Adarê didomin
Rêzeçalakiyên 8`ê Adarê didomin
3 adar, 2019   11:49

QAMIŞLO

Kongreya Star di çaroçoveya rêzeçalakiyên 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li navenda Şehîd Bawer a ciwanan a li bajarê Dêrikê civînek lidar xist.

Di civînê de Endama Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hediya Şemo 8`ê Adarê li tevahiya jinên berxwedêr ên cîhanê pîroz kir û wiha anî ziman,"Xaka Mezepotamiya xakeke pîroz e. Li ser vê xakê û tevî hemû zehmetî, urfûadatên civakê û zihiniyeta desthilatdar ku li ser jinan hatin ferzkirin jî lê jinan ziman, çand û îradeya civakê parastin."

Hediya destnşan kir ku Roja Jinan a Cîhanê berhema têkoşîn û berxwedana jinan li dijî sîstem û zihniyeta desthilatdar e û ev tişt anî ziman,"Jinan dikarîbûn jiyaneke nû û hevbeş ji xwe re ava bikin. Tevî hemû berdêlên ku ji aliyê jinan ve ji civakê re hatine pêşkêşkiirn lê hîn jî bi nerîneke xirab lê tê nihêrandin."

Hediya di berdewamiya axaftina xwe wiha got,"Jinan hebûna xwe di nava civakê de îsbat kir. Cihê xwe di hemû aliyên jiyanê de û hêlên siyasî û diplomatîk de girt, her wiha li eniyên şer li dijî çeteyan şer kir û li ber xwe dan û ji bo rizgakirin û azadiya jinan di Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de gelek berdêl dan."

Endama Koordînasyona Giştî ya Kongeya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hediya Şemo di dawiyê de îşaret bi berxwedana jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û diyar kir ku hemû bi saya firk û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e ku girîngî daye jinan.

Civîn bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan bidawî bû.

(bx)

ANHA