Li gundê Etşan ê Çilaxa navenda Tenduristiyê hate vekirin

Navenda Tenduristiyê li gundê Etşan ê navçeya Çilaxa bi merasîmekê hate vekirin.

Li gundê Etşan ê Çilaxa navenda Tenduristiyê hate vekirin
Li gundê Etşan ê Çilaxa navenda Tenduristiyê hate vekirin
Li gundê Etşan ê Çilaxa navenda Tenduristiyê hate vekirin
2 adar, 2019   20:49

QAMIŞLO

Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Qamişlo, îro bi merasîmekê navenda tenduristiyê li gundê Etşan ê navçeya Çil axa vekir.

Bi dehan şêniyên gund û endamên Komîteya Tenduristiyê, Meclisa Çilaxa û Girînendiya Tenduristiyê ya Dêrikê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de, bi navê Meclisa Navçeya Çilaxa hevseroka meclisê Suhêla Şemo û bi navê Girînendiya Tenduristiyê Dr. Ednan Mihemed axivîn û vekirina navendê li şêniyên gund pîroz kirin û gotin vekirina vê navendê berhemê xwîna şehîdan e.

Navend bi destê dayika şehîd Dehan Kentar hate vekirin.

Revebira Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Qamişlo Rojîn Ehmed ji ajansa me re diyar kir ku ew hewl didin pêwîstiyên tenduristiyê li hemû deverên herêma Cizîrê peyda bikin, li ser vî esas îro ev navend vekirin.

Rojîn her wiha destnîşan kir ku di rojên pêş de dê navendên tenduristiyê li gundên "Um Fursan, Xirbe Bîr, Ceza û Derdara" vekin.

ANHA