ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03.03.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03.03.2019
3 adar, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya ji bo rizgarkirina Baxozê dê were şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê ji bo piştgiriya bi daxwaza Leyla Guven ên rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  li Goristana Şehîd Diclayê daxuyaniyê  dide, paşê jî pêngava paqijkirina goristanê destpê dike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya mehane bi deste û buroyan re li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komên çekdar ên bi navê Pêşmergeyên Roj, roja 3`yê Adara sala 2017`an êrîşî bajarê Xanesorê yê Şengalê kir. Armanca wan ew bû ku di nava Kurdan de pevçûnekê derxin. Di êrîşê de 8 şervan şehîd bûn, bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha rojnamevan Nûjiyan Erhan ku êrîş dişopand, bi guleya êrîşkaran şehîd bû. Armancên vê êrîşê çi bûn û kîjan komên çekdar beşdar bûn? (BI WÊNE).

-Bi nêzîkbûna tinekirina DAIŞ‘ê li bargeha wî ya dawî li Baxozê re malatên şehîdên herêma Keramayê gotin, QSD‘ê soza xwe ya tinekirina DAIŞ‘ê pêk anî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Şehbayê  8‘ê Adarê li hemû jinên herêmê pîroz kirin û diyar kirin ku bi saya felsefeya neteweya demokratîk wan dikarî kevneşopiyên paşverû yên li ser jinan hatibû ferzkirin rakin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nivîskarê Kurd Azad Ararast diyar kir ku neviyên Kawayê Hesinkar li rohilata dîrokî vedigerînin û Cejna Newrozê bi serkeftinên li hemberî DAIŞ‘ê pêşwazî dikin. (BI WÊNE).

JIN

-Bi boneya 8‘ê Adarê Kongreya Star li navenda Şehîda Bawer a Ciwanan civînekê ji şêniyên Dêrikê re lidar dixe. Meclisa Jin a Minbicê jî li navçeya Ebû Qelqel şahiyekî li dar dixe. Bi heman armancê Kongreya Star a Til Hemîsê şahiyekî li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star  ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê di çarçoveya çalakiyên 8‘ê Adarê de şevbuhêreke stranên filklorî li Akademiya Star a Zanist û Ramana Azad li dar dixe, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gel zêdebûna hejmara malbatên çeteyên DAIŞ`ê di nav Kampa Holê de civaka navdewletî ji bo wergirtina hemwelatiyên xwe yên di nav çeteyên DAIŞ`ê de ku piraniya wan jin in bê deng in. Tevî wê jî gelek ji wan malbatan hîna alîgirên DAIŞ`ê ne, ew jî li ser pêşeroja herêmê xeteriyek e. Ji aliyê xwe ve Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li tevahiya dewletan dike da ku hemwelatiyên xwe werbigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jina êzidî ya ku çeteyên DAIŞ’ê bi 3 zarokên wê re revandibû û QSD’ê ew rizgar kir, bi telefona nûçegihanê me bi birayê xwe re axivî û wiha got: “Ez baş im, ez li gel hevalan im. Êdî netirse. Tu negirî birayê min. Ez ê elbet bigirîm, ji ber ku ez dizanim ka min çi kişandiye. Bira me ew qas tişt dîtin, êdî dilê min bûye hesin. Divê tu keyfxweş bî û bêjî va ye xwişka min hat.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Jin a Meclisa Sivîl a Reqayê gelek proje ji bo jinan vekirine, yek jê kargeha tevnan a taxa Rimêlayê ku 40 jin tê de dixebitin. Jinên di kargehên de dixebitin dibêjin ku kargeh beriya ku qezenciyeke madî be mirovî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Aloziya Sûriyê derbasî pêvajoyeke nû bû, Washington biryara mayîna hin leşkerên xwe li Sûriyê da. Ji ber rewşa Idlibê û nakokiyên di helwesta Tirkiyê de hevgirtina Astanayê tev li hev bûye, her wiha Hêzên Sûriyeya Demokratîk operasyona dawî ya li dijî DAIŞ‘ê li bargeha dawî da destpêkirin, li Yemen, Pakistan û Hindistanê alozî didome. (BI WÊNE).

HEVPEYVÎN

- Şahoz Hesen destnîşan kir ku çareseriya aloziya Sûriyê bi pergalek demokratîk û itîrafkirina mafên gelê Kurd û tevahiya pêkhateyên din ve pêkane. Hesen bal kişand ku Tirkiyê prosesa siyasî ya Sûriyê asteng dike û diyar kir ku ji bo çareseriya alzoiya Sûriyê divê Rûsya bandora xwe bi kar bîne. Her wiha teqezî li yekrêziyê li hember komployan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- di çarçoveya berdewamkirina biryara qedexekirina mortorsîklêtan li bajarê Reqayê ûgundewarê wê de, Şaredariye Gel a Reqayê,ji bo bikaranîa geracên motorsîklêtan li cihên ku şaredariyl diyar kirine, îhale (minaqase) ragihand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA