Rêveberiya Xweser 132 girtî serbest berand

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 132 girtî ku hevkarî bi çeteyan re kirine, lê destê wan di xwîna gelê Sûriyê de tine ye serbest berdan.

Rêveberiya Xweser 132 girtî serbest berand
Rêveberiya Xweser 132 girtî serbest berand
Rêveberiya Xweser 132 girtî serbest berand
Rêveberiya Xweser 132 girtî serbest berand
Rêveberiya Xweser 132 girtî serbest berand
Rêveberiya Xweser 132 girtî serbest berand
Rêveberiya Xweser 132 girtî serbest berand
Rêveberiya Xweser 132 girtî serbest berand
Rêveberiya Xweser 132 girtî serbest berand
2 adar, 2019   20:33

HESEKÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca serbestberdana 132 girtiyên ku demekê bi çeteyan re xebitî bûn, lê destê wan di rijandina xwîna sivîlan de tine bûn civîneke li hola Teyfûr a bajarê Hesekê li dar xistin. Serbestberdana girtiyan piştî bangawaziyên rûspiyên herêmê pêk hat.

Rûsiyên êlên Ereb û Kurd û endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) beşdarî civînê bûn.

Cigirê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê axivî û got: "Em amade ne bi girtiyan re bibin alîkar û derfetên bidin wan da ku li xwe vegerin û careke din destê xwe nexin destê çeteyên ku dixwazin ewlehiya herêmê têk bibin. Ev derfet wê îsbat bike ku gelo layiqî efûyê ne ya ne."

Endamê Meclisa Rûspiyan a Hesekê Ebdulezîz El-Mislit spasiya Rêveberiya Xweser kir ku banga wan pêk anî û ji girtiyan xwest ku jiyana xwe bi hezkirin û biratî dewam bikin û ji bo avakirina Sûriyeke bi ewe bixebitin.

Di dawiya civînê de girtî bi kefaleta rûspiyan hatin berdan.

ANHA