li Helebê çalakiyên 8‘ê Adarê destpê kirin

Bi diruşmeya" Em 8’ê Adarê bi ruhê berxwedana Îmraliyê pêşwazî dikin da ku azadiyê misoger bikin" Kongreya Star a Helebê çalakiyên xwe bi vekirina pêşangehek wêne û karên destan ên mîraseya çanda  Kurdan dest pê kir.

li Helebê çalakiyên 8‘ê Adarê destpê kirin
li Helebê çalakiyên 8‘ê Adarê destpê kirin
li Helebê çalakiyên 8‘ê Adarê destpê kirin
li Helebê çalakiyên 8‘ê Adarê destpê kirin
li Helebê çalakiyên 8‘ê Adarê destpê kirin
li Helebê çalakiyên 8‘ê Adarê destpê kirin
li Helebê çalakiyên 8‘ê Adarê destpê kirin
2 adar, 2019   16:14

HELEB

Bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanê Kongreya Star li taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê pêşangehek wêne û karên destan ên çanda Kurdî, vekir.

Pêşangeh li Akademiya Kongreya Star a Zanist û Ramana Azad a li beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê hate vekirin.

Endamên komînên taxê, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk(KPC-D), Şaredariya Gel, Dîwana Edaletê, Komîteya Lihevanînê, Civaka Sivîl, Weqfeya Jin, Çand û Huner, Komîteya Darayî û Hevpemanan û endamên partiyên siyasî yên taxê, di vekirina pêşangehê de amade bûn.

Di pêşangehê de tejên bineqişên destan, cilên floklorî û alavên antîke, wêneyên jinan, wêneyên dayikan hatin pêşkêşkirin.

Piştî vekirina pêşangehê endama rêveber a Kongreya Star Sîham Bîlal axivî û berxwedana Leyla Guven û hevrêyên wê yên di grevê birçîbûnê de ne pîroz kir û wiha got:" Ji bo jin dîrokek tijî berxwedan û têkoşîn li hember zihniyeta merdestiyê ji kevin de heye, ji lew re em ê rojên tarî yên ku li ser jinê derbas bûne bikin rojên berxwedaniyê."

Sîham Bîlal axaftina xwe wiha domand:" Bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û keda şehîdan jinê karî têkoşîn û berxwedaniya xwe zindî bikira. Delîl û nîşaneya vê jî berxwedaniya Leyla Guven û hevrêyên wê li hemberî tecrîda li ser Ocalan e."

Ji aliyê xwe ve endama rêveberiya Kongreya Star Nehla Mistefa, Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan pîroz kir û wiha axivî:" Bi hevkariya jinên taxê û endamên saziyên sivîl me ev pêşangek vekir, aramnca me ya vê pêşangehê çanda Kurdî vejînin, bi taybet piştî êrîşên ku li ser taxê bi armanca îmhakirinê pêk hatine."

Di dawiyê Nehla bi bîr xist ku Kongreya Star dê gelek çalakî weke; şevbuhêrkek helbestan, vekirina şitilgehek çandinî, serdana malbatên şehîdan û Yekîneyên Parstina Jin(YPJ) û şervanên birîndar, meşa jinan, pêşkêşkirina sînevîzyonê û komcivînên danasîna 8’ê Adarê, lidar bixe.

Dê pêşangeh heta sibe bidome.

ANHA