Akademiya Jinên Sûriyê dewreyeke nû bi dawî kir

Li Akademiya Jinên Sûriyê ya Tebqayê dewreya perwerdeyê ya 10‘emîn a bi navê "Şehîd Narîn Cûdî" bi dawî bû.

Akademiya Jinên Sûriyê dewreyeke nû bi dawî kir
Akademiya Jinên Sûriyê dewreyeke nû bi dawî kir
Akademiya Jinên Sûriyê dewreyeke nû bi dawî kir
2 adar, 2019   15:50

TEBQA

Akademiya Jinên Sûriya ya herêma Tebqayê 22 roj beriya niha bi tevlîbûna 25 kesan ji endamên saziyên sivîl ên herêmê dewreyeke perwerdeyê bi navê "Şehîd Narîn Cûdî" dabû destpêkirin.  Di dewreyê de waneyên bîrdozî yên li ser rexne û rexnedayînê, şerê taybet, neteweya demokratîk û jinelojiya, her wiha waneyên siyasî, civakî û bernameya êvarê weke belgefîlman hatin dayîn.

Bi armanca qedandina dewreyê îro merasîmek pêk hat.

Bi dehan jinên bajarê Tebqa û gundewarên wê, endamên komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê, Rêveberiya Jinan a Tebqayê û Yekîtiya Jinên Ciwan  beşdarî merasîmê bûn.

Merasîma qedandina dewreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endama Rêveber a Akademiya Jinên Sûriyê ya Tebqayê  Rîm Ubêd axivî û qedandina dewreya 10‘emîn li kesên tevlî perwerdeyê bibûn pîroz kir û ev tişt anî ziman: " Ev perwerde firsend û şansek bicesaret da endaman da ku li hember çewtî û kêmasiyên ku li pêşiya wan dibûn bend bisekinin.

Rîm destnîşan kir ku, jin girîntirîn garantiya parastina metodên demokratiyê ye wiha pê de çû:" Dê jin rola xwe vegerînin, û di hemû qadên jiyanî de bibe pêşeng, her wiha dê rista pêşeng ya rêxistin û nasandina jinan ji bo hemû aliyên jiyanê li ser metoda projeya neteweya demokratîk, bixebite."

Ji aliyê xwe ve perwerdekar û endama Rêveberiya Jinan a Dêrazorê Fatime Merwan got:"  Piştî em di perwerdeya fikrî re derbas bûn, em bûn xwediyê derfetên girîng ji bo domandina xeta jinan a têkoşîn û berxwedanê. Îro rastiya jinan di civaka me de bi yek carî ji cewher û xwezaya xwe bi dûr ketiye. Ji lew re pêdiviya me bi şoreşek jinan a Rojhilata Navîn heye."

Di dawiya axaftina xwe de Fatime teqez kir ku, dê li pey şopa şehîdên xwe bimeşin.  Dayikên pewerdekar ên fikra neteweya demokratîk bin. Dê li hember kesên bixwazin fikra demokratîk tine bikin bikin, bisekinin

Di dawiyê merasîmê de beşdarvanan hemû endaman bidawîkirina dewreyê pîroz kir.

(fr)

ANHA