QSD‘ê Li Baxozê êrîşeke çeteyan têk bir

Şervanên QSD‘ê li Baxozê êrîşeke çeteyan a bi komyoneke bombebarkirî têk bir.

QSD‘ê Li Baxozê êrîşeke çeteyan têk bir
2 adar, 2019   15:29

DÊRAZOR

Nûçegihanê me ku Pêngava Bagera Cizîrê dişopîne diyar kir ku çeteyên DAIŞ‘ê vê êvarê xwestin bi kamoyeke bombebarkirî êrîşî nuqeteyên şervanên QSD‘ê bikin.

Nûşegihanê me diyar kir ku şervana kamyon teqandin beriya ku bighêje armanca xwe.

Li gundê Baxozê şerê bi giranî rû dide. Di heman demê de balafirên Koalîsyona Navdewletî nuqteyên çeteyan bombebaran dikin.

ANHA