Hêzên dagirker jinek qetil kirin û 30 ciwan revandin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê 30 ciwan revand û jinek li qada Azadî li pêşberî her kesî qetil kirin. Her wiha  milkên dermanfiroş, endezyar û parêzerên ku berê li Efrînê kar dikirin desteser kirin.

Hêzên dagirker jinek qetil kirin û 30 ciwan revandin
2 adar, 2019   15:46

EFRÎN

Çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker sûcên xwe yên li dijî sivîlên kanton Efrînê ku ji beriya salekî ve dagirkirine, didomînin.

Çavkaniyekî herêmê diyar kir ku çeteyên Firqet El-Hemzaet beriya duh rojan girtin ser malên li taxa Zeydiyê ya bajarê Efrînê û bendên kontrolê danîn da ku nehêlin şênî ji taxê derkevin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku çeteyan 30 ciwan ji taxê revandin û pere û telefonên wan ên destan desteser kirin, paşê ew birin cihekî ne diyar.

Çavkaniyekî din jî destnîşan kir ku çeteyên dagirkeriya Tirkiyê milkên bijîjîk, endizyar, dermanfiroş û parêzerên ku ji Efrînê derketin desteser kirin.

Tê bibîrxistin ku beriya çend rojan dîmenek li ser malparên civakî hatibû belavkirin û tê de çeteyan jinekê li pêşberî her kesî li Qada Azadî ya bajarê Efrînê qetil kir.

Hêjayî destnîşankirinê ye ku dagirkeriya Tirk ji bilî desteserkirina hilberînên zeytûnan ya 2018`an ku bi 130 dolar Amerîkî dihat  texmînkirin,  zêdetirî 350 hezar sivîl ji Efrînê da koçberkirin û zirarên derdora 130 milyon Euro gihand milkên sivîlan. Li gorî serjimariyan hejmara kesên ku li Efrînê hatine revandin heya niha 3 hezar e û çaranûsa piraniya wan ne diyar e.

(şx)
ANHA