Li Xezayê 17 Filistînî birîndar bûn

Hêzên Îsraîlê êrîşî çalakiyên Meşa Mezin a Vegerê kirin. 17 Filistînî birîndar bûn û bi dehan jî di bin bandore gazê rûndikrêjê de mane.

Li Xezayê 17 Filistînî birîndar bûn
1 adar, 2019   18:33

XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezayê diyar kir ku 17 welatiyên Filistînê yên beşdarî çalakiyên Meşa Mezin bibûn bi fîşekên hêzên Îsraîlê birîndar bûn û bi dehan jî di bin bandora gazên rûndikrêjê de man.

Desteya Bilind a Meşa Vegerî di daxuyaniyekê de got "Gelê Filistînê di çalakiyên xwe de berdewam in heta bighêjin armancên xwe yên rakirina dorpêça li ser Xezayê û têkirina peymana serdemê de."

ANHA