Fermandarekî QSD: Di demeke nêzî de em ê mizgîniya serkeftina mezin ragihînin

Ji fermandarên Pêngava Bagera Cizîrê Ednan Efrîn got: "Me îro qonaxa dawî ya rizgarkirina çareya mayî ji Baxozê ji DAIŞ‘ê da destpêkirin. Soza ku me bi şehîdan re daye em pêk tînin, di demeke nêzîk de em ê mizgîniya serkeftina mezin bidin."

Fermandarekî QSD: Di demeke nêzî de em ê mizgîniya serkeftina mezin ragihînin
1 adar, 2019   18:03

DIYAR EHMO / DÊRAZOR

Şervanên QSD‘ê ji ber hebûna sivîlan ku çeteyên DAIŞ‘ê wan wekî mertalên dawî bi kar di anîn qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê bi awayekî demkî sekinandibû. Li ser vê  yekê tîmên taybet ên QSD‘ê bi çalakiyan derbasî gundê Baxozê bûn û zêdeyî 5 hezar sivîl di nav de malbatên çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin. Her wiha hejmarek mezin a çeteyên DAIŞ‘ê xwe radest kirin.

Tîmên taybet ên QSD‘ê îro beşê dawî yê sivîlan ku li Baxozê asê mabû, rizgar kirin. Piştî wê QSD‘ê di saet 18:00‘an de operasyona dawî ya tinekirina DAIŞ‘ê li gundê Baxozê ragihand.

Li ser vê mijarê ji fermandarên Pêngava Bagera Cizîrê Ednan Efrînê got: "Soza ku me bi şehîdan re daye îro em pêk tînin, di rojên pêş de em ê mizgîniya serkeftina mezin bidin, mizgîniya bidawîbûna DAIŞ bi leşkerî li Bakur û Rojhilata Sûriyê."

ANHA