Beşê dawî yê sivîlan ji Baxozê hatin derxistin

Hêzên Taybet ên QSD‘ê beşê dawî yê sivîlan ji gundê Baxozê derxistin deverên bi ewle.

Beşê dawî yê sivîlan ji Baxozê hatin derxistin
Beşê dawî yê sivîlan ji Baxozê hatin derxistin
Beşê dawî yê sivîlan ji Baxozê hatin derxistin
Beşê dawî yê sivîlan ji Baxozê hatin derxistin
Beşê dawî yê sivîlan ji Baxozê hatin derxistin
Beşê dawî yê sivîlan ji Baxozê hatin derxistin
Beşê dawî yê sivîlan ji Baxozê hatin derxistin
1 adar, 2019   17:40

DÊRAZOR

Hêzên Taybet ên QSD‘ê îro beşê dawî yê sivîl û malbatên çeteyan ji gundê Baxozê derxistin û bi kamyonan şandin deverên bi ewle.

Her wiha hejmareke din ên çeteyên DAIŞ‘ê yên ji nasnameyên Fransî, Bosna û Hersek û hin malbatên çeteyan ên ji dewletên Balkanê xwe radestî QSD‘ê kirin.

Yek ji fermandarên QSD‘ê diyar kir piştî derxistina sivîlan ji gundê Baxozê hêzên wan qonaxa dawî ya rizgarkirina Baxozê dan destpêkirin, bi rizgarkirina Baxozê  retevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi leşkerî ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar dibe.

Hejara bi bîrxistinê ye, Tîmên Taybet ên QSD‘ê di rojên dawî de bi hezaran sivîl di nav de malbatên çeteyên ji gundê Baxozê derxistin. Di heman demê de bi sedan çeteyên DAIŞ‘ê xwe radestî QSD‘ê kirin.

Li gorî sivîlên hatin rizgarkirin, çeteyên ku xwe radest nekirine ji nasnameyên cûda wekî Iraq, Fransa, Pakistan, Ozpakistan, Misir û Erebistana Siûdî ne û piraniya wan fermandarên refa yekemîn û damezrînerên DAIŞ‘ê ne.

ANHA