Êzidiyên hatin rizgarkirin, bi girseyî hatin pêşwazîkirin

21 Êzidiyên ku ji aliyê QSD’ê ve ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatibûn rizgarkirin û îro derbasî aliyê Şengalê hatin kirin, ji aliyê hezaran kesan ve hatin pêşwazîkirin.

Êzidiyên hatin rizgarkirin, bi girseyî hatin pêşwazîkirin
1 adar, 2019   17:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Welatiyên Êzidî ku ji aliyê şervanên QSD’ê ji çeteyên DAIŞ’ê hatibûn rizgarkirin, piştî ku ji aliyê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê ve radestî Rêveberiya Xweser a Şengalê hatin kirin, di sînorê Rojava û Şengalê re derbasî aliyê Şengalê hatin kirin. 21 Êzidiyên ku 3 ji wan jin 18 jî zarok in, li ser sînor ji aliyê sedan kesan ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî pêşwazîkirinê girseya gel berê xwe da Şengalê. Karwanê ji dehan seyareyan pêk dihat, di ser bajaroka Xanesorê re derbasî bajaroka Sinunê bû û ji vir ji aliyê  hezaran kesan ve hatin pêşwazîkirin.

Li navenda sinûnê bi hezaran kesên ku di nava wan de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Şengalê, sazî û dezgehên herêmê jî hene, keyfxweşiya xwe nîşan dan.

Li ser navê Hevserokatiya Desteya Rêveber a Şengalê Faris Herbo axivî û got:"Em bi xêrhatina dîlên xwe yên Êzidî dikin ku carek din vegariyan ser axa bav û kalan. Ji dil û can em spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk dikin ji ber ku bi sedan dîlên me ji aliyê wan ve hatin rizgar kirin, li dîlên Êzidî xwedî derketin."

Herbo di berdewamiya axaftina xwe de hêvî ji gelê Şengalê kir û got: "Qenciya QSD'ê ji bîr nekin. Wan di demek herî zehmet de bi sedan Êzidî rizgar kirin."

Li ser navê Mala Êzidyan  a herêma Cizîrê Dijwar Evdal jî axivî û got:"Bi sedan dîlên Êzidî ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatine rizgar kirin û ber bi mala Êzidiyan ve hatin şandin, em jî bi hatina gelê xwe pir kêfxweş dibin. Rizgar kirina wan erka li ser milê me hemûyane."

Evdal di dewama axaftina xwe de bang li hikûmeta Iraqê kir ku bê ferqu cûdahî ji gelê Iraqê, temaşey gelê Êzidî jî bikin.

Hate diyarkirin ku wê Êzidiyên hatine rizgarkirin sibe bi şahiyekî li Serdeşta Çiyayê Şengalê redastî malbatên wan werin kirin.