Odeya Berhemkarên Helebê hate avakirin

Yekîtiya Berhemkarên bajarê Helebê bi armanca sazûmaniya xwe ji nû ve ava bike û asta berheman li taxa Şêxmeqsûd pêşbixe civîna xwe ya salane li dar xist û 9 endamên Odeya Berhemkaran hilbijartin.

Odeya Berhemkarên Helebê hate avakirin
Odeya Berhemkarên Helebê hate avakirin
Odeya Berhemkarên Helebê hate avakirin
Odeya Berhemkarên Helebê hate avakirin
Odeya Berhemkarên Helebê hate avakirin
Odeya Berhemkarên Helebê hate avakirin
Odeya Berhemkarên Helebê hate avakirin
Odeya Berhemkarên Helebê hate avakirin
1 adar, 2019   16:28

HELEB

Civîn li Hola Efrînê ya taxa Şiqêf bi beşdarbûna bi dehan endamên saziyên sivîl ên taxê beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Paşê rêziknameya Yekîtiya Berhemkaran ji aliyê Hevseroka Saziyên Civaka Sivîl Lezgîn Mihemed ve hate xwendin.

Paşê Rêveberê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Sebrî Efrîn û Hevserokê Meclisa TEV-DEM ê Helebê Mihemed Şêxo geşedanên siyasî nirxandin. Di nirxandpêinan de hate gotin, rêjîmên desthiltdar di nava aloziyekî de ne, ji ber wê Rojhilata Navîn krîzekê dijî, rêjîm banga gel nabersivîne, li tevahî cîhanê şer û nakokî rû didin, ji ber wê çareseriyeke siyasî radîkal pêwîst e.

Di axaftinan de civîn li hemû berhemkaran hate pîrozkirin û hate gotin ku tevî derfetên kêm berhemkaran dikarîbûn gavên mezin bavêjin û bi hevgirtina xwe astengiyan derbas bikin.

Serokê Yekîtiya Berhemkaran Farûq Ereb jî axivî  û diyar kir ku berhemkarên taxa Şêxmeqsûdê li gel dorpêçê gavên mezin ji bo pêşxistina berheman avêtin û got, berhemkaran desteka manewî û lojîstîk da berhemkaran.

Piştî axaftinan de beşdaran astengiyên ku di kar de li wan rast tên nîqaşkirin û pêşniyarên xwe ji bo pêşxistina kar anîn ziman.

Di dawiyê de hilbijartin pêk hatin, di encamê de 9 rêveberên Odeya Berhemkaran hatin hilbijartin.

ANHA