Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan destpê kir

Bi dirûşmeya ‘Jin rihê jiyanê û alfabeya wêjeyê ye’ 4’emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan li bajarê Qamişloyê destpê kir.

Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan destpê kir
Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan destpê kir
Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan destpê kir
Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan destpê kir
Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan destpê kir
Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan destpê kir
Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan destpê kir
Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan destpê kir
Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan destpê kir
1 adar, 2019   15:25

QAMIŞLO

Bi beşdarbûna 43 xebatên hunerî yên ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurd, Ereb û Suryan 4’emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan li Hola Zana ya li bajarê Qamişloyê destpê kir.  Di nav de gelek kes, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di mîhrîcanê de amade bûn.

Mîhrîcan bi deqeya rêzgirtin destpê kir. Bi navê Desteya Çand û Hunerê Nûr El-Kiûd û bi navê Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê Botan Hoşî axivîn. Di axaftinan de mîhrîcan li tevahî jinan hate pîrozkirin û berxwedana Leyla Guven hate silavkirin. Heta gotin ku bi saya berxwedana jinan di şoreşê de, berhemên wêjeyî yên jinan li Bakur û Rojhilata Sûriyê roj bi roj berhemdar dibe.

Paşê Koma Înana ya Suryan dîlanên filklorî û dengbêj Necah El-Hesen jî stranên filklorî yên Kurdî girêdayî herêma Koçerat pêşkêş kirin. Her wiha koma Şehîd Yekta Herekol a Kobanê şanoyek û Koma Kevana Zêrîn dilanên filklorî yên Kurdî pêşkêş kirin.

Roja yekemîn a mîhrîcanê bi stranên Koma Kevana Zêrîn bi daw bû.

Di mîhrîcanê de, wêneyên û berhêmên karê destan ên ku şêwekarên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêkirin, hatin daliqandin.

Mîhrîcan dê du rojan dewam bike.

ANHA