Ji Îmarata Erebî banga lêpirsîna tund ji bo kesên piştevaniya terorê dikin

Wezîrê karên derve yê Îmarata Erebî Şêx Abdullah Bin Zayêd Bin El-Nehyan banga lêpirsîna tund li ser aliyên ku piştevaniya terorê dikin, kir.

Ji Îmarata Erebî banga lêpirsîna tund ji bo kesên piştevaniya terorê dikin
1 adar, 2019   11:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Di kongreya 46’emîn a Meclisa Wezaretên Karên Derve yên Dewletên Rêxistina Hevkariya Îslamî, îro li paytexta Îmarata Erebî Ebû Zabî pêk hat. Wezîrê karên derve yê Îmaratê Şêx Abdullah Bin Zayêd Bin El-Nehyan banga lêpirsîna li ser aliyên piştevaniya terorê ji her alî ve dikin, kir.

Şêx Abdullah Bin Zayêd Bin El-Nehyan wiha got: “Belavkirina fikra radîkal û tevliheviyan, erka me ye ku li hemberî wê bi çi awayî dibe bila bibe, bisekinin. Her wiha rola Rêxistina Hevkariya Îslamî ew e ku aramî û ewlehiyê pêk bîne.”

(fr)