KJK: Em ê 8`ê Adarê bi coşeke mezin pêşwazî bikin

Koordînasyona KJK`ê: Bi îdeolojiya azadiya jinê ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan diyarî kir, jinên Kurd sîstema konfederal a jinê li Rojhilat, Rojava, Başûrê Kurdistanê û derveyî welat bi rêxistin dikin û pêşengiyê ji têkoşîna azadiyê ya gel re dikin.

KJK: Em ê 8`ê Adarê bi coşeke mezin pêşwazî bikin
1 adar, 2019   10:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona KJK'ê li ser 8'ê Adarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi şer, xwîn, tundî û tevdana zîhniyeta serdest a mêr li ser piyan dimîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Jin 8'ê Adara 2019'an bi berxwedaneke mezin pêşwazî dikin. Danheviya dîrokî ya têkoşîna xwe ya bi salan dikin yek û berxwedana xwe mezin dikin. Jinên Kurd, wê têkoşîna xwe ya ji bo paşeroja azad a jinan û gelan bi dayina berdêlên giran dimeşînin, di 8'ê Adarê de bigihînin asta herî bilind."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, bi dehan jin bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev civiyane û bi dirûşma 'Em ê tecrîdê bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin, Rêber Apo azad bikin' banga berxwedanê dikin.

Koordînasyona KJK'ê Guven, berxwedêrên greva birçîbûnê hemû silav kir û 8'ê Adarê roja berxwedanê li wan pîroz kir. Di daxuyaniyê de, şehîdên azadiyê yên ku di têkoşîna azadiya jinê de canê xwe feda kirin, bi rêzdarî hatin bîranîn û soz hate dayin ku wê bi afirandina jiyana azad xwedî li bîranînên wan derkevin.

KJK'ê diyar kir, bi îdeolojiya azadiya jinê ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan diyarî kir, jinên Kurd sîstema konfederal a jinê li Rojhilat, Rojava, Başûrê Kurdistanê û derveyî welat bi rêxistin dikin û pêşengiyê ji têkoşîna azadiyê ya gel re dikin.

Hate bibîrxistin, jinên Kurd ji Rojava heta Şengalê li dijî hovîtiya DAÎŞ'ê bi lehengî şer kirin, pêşengî ji têkbirina DAÎŞ'ê re kirin û bi xwîna bi hezaran şehîdan şoreşa civakî ya demokratîk ava kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Di dema desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê de komkujiya jinan, destavêtin, destdirêjî zêde bûn û kiryarên van jî bi qanûnên dewletê hatin parastin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi şer, xwîn, tundî û tevdana zîhniyeta serdest a mêr li ser piyan dimîne. Li dijî vê rejîma faşîst, bi pêşengiya jin û gelê Kurd, hêzên çep, sosyalîst, femînîst, ekolojîst û demokratîk ên li Tirkiyeyê li ber xwe didin. Heta ku tecrîdkirina Rêber Apo bi dawî nebe û li dijî qirkirina Kurdan têkoşîneke hevpar a hemû hêzan neyê kirin, têkoşîna parçebûyî ya jinan û beşên civakî wê têra hilweşandina faşîzmê neke.

Em bang li dijberên faşîzmê hemûyan dikin ku berxwedana bi pêşengiya Leyla Guven li dijî faşîzmê tê kirin mezin bikin ku bi sedan pêşengên gel di vê berxwedanê de bedena wan dihele."

Berxwedana jinê, sekna wê ya azadiyê û têkoşîna wê ya gerdûnî, wê cîhaneke azad, demokratîk, ekolojîk, azadîparêziya jinê biafirîne û sîstema baviksalarî hilweşîne. Jinên Kurd ên ku DAÎŞ têk birin, wê faşîzma AKP-MHP'ê jî têk bibin û biharê ji jinan û gelan re bînin. Em ê bi berxwedana xwe tecrîdê ji holê rakin, faşîzmê hilweşînin û bi Rêber Apo re bi rengekî azad bijîn."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li jinan hemûyan hate kirin ku 8'ê Adarê ya îsal bi dirûşma 'berxwedana jinê rê li ber azadiyê vedike' li qadan pêşwazî bikin.