Piştî zexta şêniyên Şengalê, hikumeta Iraqê deriyê sînor vekir

Piştî ku şêniyên Şengalê hikumeta Iraqê neçar kir ku derî veke, êzidiyên li Baxozê ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatin rizgarkirin, di deriyê sînor ê Gumrik re yê di navbera bajarê Hesekê û Şengalê de derbasî Şengalê bûn. 

Piştî zexta şêniyên Şengalê, hikumeta Iraqê deriyê sînor vekir
1 adar, 2019   11:32

HESEKÊ

Îro di saetên sibê de karwanê êzidiyan ji Mala Êzidiyan a bajarê Amûdê ber bi deriyê sînor ê Gumrik ve ku di navbera navçeya Hol a girêdayî kantona Hesekê û Şengalê de ye, ket rê da ku êzidiyên ku di êrîşên 2014`an de yên li ser Şengalê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn revandin û di Şerê Tunekirina Terorê de ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatine rizgarkirin (3 jin û 18 zarok), radestî malbatên wan bikin. Karwan ji rêveberên Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê pêk dihat.

Rayedarên hikumeta Iraqê yên li deriyê sînor ê Gumrik di destpêkê de nehişt êzidiyên rizgarkirî derbas bibin. Bi hezaran êzidiyên Şengalê jî li ber derî kom bûn da ku êzidiyên rizgarkirî pêşwazî bikin û hikumeta Iraqê neçar kir bihêle ew derbasî Şengalê bibin.

Yek ji berpirsên Meclisa Şengalê ji ajansa me re diyar kir ku şêniyên Şengalê zext li hikumeta Iraqê kirin û ew neçar kir ku derî ji êzidiyên rizgarkirî re veke û ew niha di rê de ne û ber bi Şengalê ve diçin.

(bx)

ANHA