Mala Êzidiyan 21 êzidiyan radestî Meclisa Şengalê dike

Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê 21 êzidiyên ji Şengalê ku QSD`ê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kiribûn, radestî Rêveberiya Xweser a Şengalê kirin.

Mala Êzidiyan 21 êzidiyan radestî Meclisa Şengalê dike
1 adar, 2019   09:53

QAMIŞLO

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji destpêka hemleya xwe ya têkbirina çeteyên DAIŞ`ê ve, zêdetirî 30 jin û bi dehan zarokên êzidî ku çeteyên DAIŞ`ê di 3`yê Adara 2014`an de revandibûn, rizgar kirin.

Bi rizgarkirina êzidiyan re, QSD wan digihîne Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê, ew jî radestî Rêveberiya Xweser a Şengalê dikin da ku wan veguhezînin cem malbatên wan. Meclisa Mala Êzidiyan bi amadebûna fermandarên QSD`ê 3 jin û 18 zarok radestî Meclisa Şengalê kirin.

Endama Meclisa Şengalê Henaa Yezîd daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê bi Mala Êzidiyan re bikevin nav têkiliyan da ku wan kesên revandî vegerînin Şengalê.

Her wiha diyar kir ku xebata wan dewam dike da ku hemû kesên hatine rizgarkirin, vegerînin Şengalê û spasiya QSD`ê kirin ku êzidiyên hatine revandin, rizgar dikin û daxwaz ji hêzên artêşa Iraqê kir ku rêyekê vekin da ku wan vegerînin malbatên wan.

Ew ê zarok û jinên êzidî bi rêya deriyê Gomrikê yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ku ev zêdetirî 2 meh e hêzên artêşa Iraqê girtiye, bigihînin Şengalê. Niha bi sedan şêniyên Şengalê li ber derî sekînin da ku pêşwaziya kesên hatine rizgarkirin, bikin.

Hevserokê Meclisa Mala Êzidiyan diyar kir komeke din hatiye rizgarkirin, heta ku tedawiyê dibînin dê wan vegerînin cihên wan.

Her wiha QSD`ê teqez kir ku rizgarkirina sivîlan ji Baxozê dewam dike.

(jo)

ANHA