Du sal ji binpêkirinan li Babê

Bi nêzîkbûna têkçûyîna DAIŞ`ê li herêmên Bakurê Sûriyê re, alîgirên wê li herêmên ku çeteyên “Mertalê Firatê” dagir kirine, bi taybet bajarê Babê, binpêkirinan li ser sivîlên herêmê didomînin. Şênî jî banga bidawîbûna dagirkeriyê dikin.

Du sal ji binpêkirinan li Babê
Du sal ji binpêkirinan li Babê
Du sal ji binpêkirinan li Babê
Du sal ji binpêkirinan li Babê
Du sal ji binpêkirinan li Babê
Du sal ji binpêkirinan li Babê
Du sal ji binpêkirinan li Babê
1 adar, 2019   09:10

ŞERVÎN MISTEFA / ŞEHBA

Çeteyên “Mertalê Firatê” piştî dagirkirina bajarê Cerablusê bi salekê, herêma Babê ya girêdayî Şehbayê di Sibata 2017`an de dagir kir. Li gorî raporên ku di wê demê de hatine belavkirin, dagirkirin di çarçoveya radestkirin û wergirtinê de pêk hat.

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê demogarfyaya Babê guhert û malbatên çeteyan lê bi cih kirin. Rêjeya ji sedî 40 tenê ji şêniyên Babê yên resen li bajêr mane. Şêniyên Babê di xetereyê de ne. Li Babê ewlehî û aramî tune ye. Li Babê şênî ne di nav ewlehî û ne aramiyê de ne û der heqê wan de binpêkirinên neexlaqî têne kirin.

3 sal di bin serweriya DAIŞ`ê de

Aloziya Sûriyê di sala 2012`an de gihaşt herêma Babê. Komên çekdar bi navê “Artêşa Azad” piştî şerê li dijî rejîma Sûriyê herêma Babê girt. Lê rewş wisa berdewam nekir di sala 2013`an de çeteyên DAIŞ`ê herêm dagir kir. 157 gund, 52 mezra û 3 navçeyên stratejîk Tadif, Dêr Hafir û El-Raî girêdayî herêma Babê ne. Binpêkirinên çeteyên DAIŞ`ê li Babê ji yên herêmên dîtir ku dagir kirine, ne cudatir bû.

Çeteyan komkujî der heqê şêniyên herêmê de pêk anîn û li pey xwe li herêmê tarîtî ji kuştin, serjêkirin, ferzkirina bacan, leşkerkirina zarokan û gelek binpêkirinên hovane hiştin.

Di gelek rapor û belgeyên gelek aliyan de, desteka Tirkiyê ji DAIŞ`ê re li Sûriyê ji aliyê leşkerî û lojîstîk ve gelek caran hatibû teqezkirin. Tirkiyê rê li pêşiya çeteyan vekir da ku derbasî Sûriyê bibin. Ev tişt hemû di mikurhatina endamên DAIŞ`ê de yên ku ji hêla QSD`ê ve di pêngava Bagera Cizîrê de hatine girtin, hatin eşkerekirin.

Piştî Cerablusê, Bab armanca Tirkiyê bû

Çeteyên Mertalê Firatê yên girêdayî dagirkeriya Tirk, bajarê Cerablus di Tebaxa 2016`an de bê şer ji çeteyên DAIŞ`ê wergirt. Piştre bajar guhertin û kirin mîna ku girêdayî Tirkiyê be.

Piştî ku Tirkiyê bajarê Cerablusê dagir kir, vê carê berê xwe da bajarê Babê yê stratejîk. Bab gundewarên bakur û rojhilatê Helebê bi hev ve girê dide û kilîta herêma rojhilat tê hesibandin. Bab bi 30 km ji sînorên Tirkiyê û 38 km ji Helebê dûr e. Çeteyên DAIŞ`ê yên ku wê demê bajar dagir kiribû, dagirkirina Tirkiyê ji bajêr re hêsan kir.

Wê demê dagirkeriya Tirk propagandaya destpêkirina şerê Babê heya demekê dikir. Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan teqez kir ku şerê Babê dirêj nake û dê di çend rojan de xilas bibe.

Tirkiyê bi opersyonekê da ku têkiliya xwe bi DAIŞ`ê veşêre, di Sibata 2017`an de Bab dagir kir.

Bab piştî dagirkirina Tirkiyê

Balafirên Tirkiyê bi hinceta şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê malên sivîlan kirin hedef û gelek komkujî pêk anîn. Di encamê de bi dehan jin, zarok û mêr bûn qurbanî. Piştî dagirkirinê çeteyên artêşa Tirk a dagirker binpêkiriên xwe der heqê sivîlan de bi taybet Kurdan berdewam kirin.

Çeteyan bi rêjeya ji sedî 60 ji şêniyên herêmê yên resen dan koçberkirin. Dagirkeriya Tirk bi rêya bicihkirina malbatên çeteyan demografiya herêmê guhert, navên hindek taxan û gundan guhertin û nasnameyên tirkî li şêniyan belav kirin.

Dagirkeriya Tirk Bab wek bajerekî Tirkiyê hesiband û rewşa wê ya aborî ya lewaz bi kar anî, proje ji bazirganên xwe re li herêmê vekirin beyî ku şênî jê sûd bigirin. Êdî şêniyên herêma Babê hilberînên Tirkiyê dixwin û cilên wan li xwe dikin.

Tevî wê jî dagirkeriyê gelek dibistan bi navên kuştiyên di operasyonên Mertalê Firatê de û imperatorên Osmanî bi nav kirin. Her wiha çete nahêlin ku şênî beyî nasnameya tirkî bendên kontrolê derbas bikin. Ji bo leşkeriya neçarî jî gelek ciwan girtin.

Revandin û kuştin

Çeteyên dagirkeriya Tirk bi sedan ciwanên herêma Babê revandin û çarenûsa hindek ji wan ne diyar e. Tevî wê jî çeteyan bi zanabûn dîmanên ku çawa sivîlan îşkence dikin li ser malperên civakî belav dikin, da ku zextê li malbatên wan bikin ji bo ku fîdyayan bidin.

Çeteyên dagirkeriya Tirk li gundên Kurd ên herêma Babê, bargehên leşkerî ava kirin da ku hemleyên xwe yên revandina sivîlan bi taybet kurdan û koçberkirinê ji wir bidin destpêkirin. Li gel van binpêkirinan, rewşa herêmê ne aram e, şênî piştî roj biçe ava nikarin ji malên xwe derkevin û kesê ku derdikeve, rastî revandin û talankirinê tê.

Ji ber binpêkirinên çeteyan jinekê xwe kuştiye

Li gorî çavkaniyên herêmî ji Babê, jinekê piştî ku her du zarokên xwe dikuje xwe jî kuştiye, lê agahiyên girêdayî nasnameya wê nehatin bidestxistin. Hevserê jina ku xwe kuştiye, ji hêla çeteyan ve piştî ku direvînin, tê kuştin. Piştre çeteyan tehdeyê li jinê dikin. Lê ew jin ji ber wê rewşê aciz dibe, dema rê nabîne ku ji binpêkirinên çeteyan xilas bibe yan jî ji herêmê bireve, xwe û her du zarokên xwe dikuje da ku ji zilm û tecawizên çeteyan xilas bibe.

Gelek çîrokên tecawiza jinên herêmê ji hêla çeteyan ve hene û tu aliyek behsa wê nake û paşguh dikin.

Raperîna gel li hember dagirkeriyê

Di encama binpêkirinên çeteyên artêşa Tirk a dagirker de li herêma Babê, şênî gelek caran li dijî dagirkeriyê rabûn û bang kir ku binpêkirin bi dawî bibin û ji herêmê derkevin.

Lê di her dema ku şênî serê xwe radikirin, leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi çekan bersîva xwepêşandanên şêniyan dikin. Di xwepêşandana dawîn de li dijî dagirkeriyê li hember baregehên wî li bajêr şêniyan sloganên “Çeka xwe deyne, tu li welatê me ye, ev der Sûriyê ye” berz kirin.

Gaveke girîng ji bo ku şêniyên Babê xwe bi rêxistin bikin

Bi hezaran şêniyên herêma Babê li bajarê Minbicê, kantona Şehbayê ya rizgarkirî û bajarê Helebê ne. Hinek ji wan dema dagirkirina çeteyên DAIŞ`ê koçber bûne, hindek ji hêla çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve hatine koçberkirin û hindek din jî hîna ji Babê ber bi Minbicê koçber dibin.

Şêniyên bajêr Meclisa Leşkerî ya Babê ji bo şerê li dijî DAIŞ`ê di sala 2016`an de ava kir. Meclisê gelek gundên di herêma navbera Bab û Minbicê de rizgar kirin.

Di 30`ê Çileya 2019`an de rewşenbîr û komek ji şêniyên bajarê Babê ji bo bidawîkirina binpêkirinên dagirkeriya Tirk a dagirker li ser herêma Babê, civiyan û avakirina `Kombûna Sivîl` ragihand. Kombûn ji êl û çînên cuda yên bajarê Babê pêk tê. Îstixbarata Tirkiyê û çeteyên wê bi tevahiya rêbazan hewl da însiyatîfê têk bibin.

Şêniyên herêma Babê yên ku koçber bûne, Kombûna Sivîl wek gaveke girîng ji bo bidawîkirina dagirkeriyê li herêmên xwe dît.

Çeteyên dagirkeriyê li ser rêya DAIŞ`ê dimeşin

Gelek sivîl bûn şahidên zilma çeteyên DAIŞ`ê û binpêkirinên wan heta ku piştî Bab ji hêla dagirkeriya Tirk ve tê dagirkirin. Sivîlan tekez kir ku çeteyên DAIŞ`ê tenê rêyên xwe yên dirêj traş kirin û cilên çeteyên Mertalê Firatê li xwe kirin û di nav bajêr de man.

Şêniyê bi navê Hisên Welo ji şêniyên bajarê Babê ye diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê yên ku nas dikirin piştî dagirkirina Tirkiyê tev li Mertalê Firatê bûn û di bajêr de man, heta piştî ku dagirkirina Tirk û hewldana wê ji bo tunekirina DAIŞ`ê.

Welo wiha domand: "Piştî dagirkirina Tirkiyê haletên revandin, kuştin, talankirin, guhertina demografiya herêmê û koçberkirina şêniyên wê yên resen mîna ku niha li Efrînê rû dide pêk hatin.

Welo destnîşan kir ku tunekirina çeteyên DAIŞ`ê li Dêrazorê nayê wateya ku terror li Sûriyê bi dawî bûye. Bajarê Babê hîna dagirkirî ye û çeteyên DAIŞ`ê xeteriyek mezin çêdikin.

Welo bang li dewletên koalîsyonê kir ku rastiya hebûna çeteyên li herêma Babê bibînin û tevahiya herêmên ku Tirkiyê dagir kirine, di ber çavan re derbas bikin.

(şx)
ANHA