Komên hunerê amadekariyên Newrozê dikin

Komên hunerê amadekariyên Newroza 2019`an dikin. Her komek bi helbest, stran û şanoyan xwe amade dike da ku cejna Newroza îsal pîroz bikin.

Komên hunerê amadekariyên Newrozê dikin
Komên hunerê amadekariyên Newrozê dikin
Komên hunerê amadekariyên Newrozê dikin
1 adar, 2019   08:39

ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê mîna her sal, amadekariyên cejna Newrozê dike. Di 21’ê Adarê de şêniyên ku ji tevahiya gundan, bajarokan hatine, li navendên bajaran kom dibin û rojê pîroz dikin. Cejna Newrozê di bihara 2009`an ket nav lîsteya UNESCO’yê ya çanda cîhanê.

Gelê Kurd bi rêya şahiyên ku di serdemên derbasbûyî de li bajarên Kurdistanê hatin lidarxistin û bi rêya sloganên ku berz dikirin, wêneyên ku radikirin û komên ku tev li şahiyan dibûn, zilm û zordestiya pergalên serdest û komkujiyên wan pergalan der heqê gelê Kurd de li Sûriye, Tirkiye û Iraqê li ber çavên cîhanê pêk hatine, rave dikir.

Gelek komên hunerê; şano, govend û hunermendên herêmî yan jî yên ji dewletên din hatine, berhemên xwe pêşkeşî şêniyên ku ji Ereb, Kurd, Tirkmen, Suryan û Aşûr ji tevahiya bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûne, dikin.

Beriya ku şahiya mezin dest pê bike, komên Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê yê Bakurê Sûriyê, amadekariyên cejna Newrozê dikin.

Efrîn naveroka koma şanoyê di Newroza Kobanê de ye

Koma Şehîd Yekta ya şanoyê ji 7 endaman pêk tê. Şanoyeke girêdayî binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê ji kuştin, talankirin û îşkencekirina şêniyênkantona Efrînê amade dikin.

Mihemed Hec Kerio yek ji endamên koma şanoyê ye, got ew hewl didin peyama xwe girêdayî xetereya rewşa Efrînê û binpêkirinên Tirkiyê li ber çavên cîhanê ragihînin.

Ji aliyê xwe ve Koma Gulav a stranan, Koma Şehîd Sînan a govendê, Koma Şehîd Bêrîvan, Koma Miştenûr, Koma Botan, Koma Çand, Koma Laleş, Koma Ciwanên Botanê hewl didin bi stranên xwe yên şoreşgerî û gelêrî tev li cejnê bibin.

Koma Gulav ji 3 hunermendên kor ji bajarê Kobanê pêk tê; her du bira Ehmed û Mistefa Wehab û Erdal Yabse. Kom dê bi 2 stranan bi navnîşanên `Newroz Newroz`, `Kirasê azadiyê li te tê` û helbesteke bi navê `Hezkirina Kurd` tev li cejnê bibe.

(şx)

ANHA