Şervanên QSD`ê zarokê êzidî Celîl Xelîl rizgar kir

Di nava komên ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve ji gundê Baxoz ê Dêrazorê hatin rizgarkirin de, şervanan zarokê êzidî yê bi navê Celîl Xelîl jî rizgar kir.

Şervanên QSD`ê zarokê êzidî Celîl Xelîl rizgar kir
1 adar, 2019   08:24

DÊRAZOR

Tîmên taybet ên girêdayî QSD`ê duh nêzî hezar kes ji sivîl û malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji gundê Baxozê baregeha dawîn a çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Di nava komên dawîn de ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve ji gundê Baxozê hatin rizgarkirin de, zarokê bi navê Celîl Xelîl (15) ê ji gundê Werdiye yê girêdayî Şengalê jî heye.

Çeteyên DAIŞ`ê di êrîşên sala 2014`an de ji Şengalê bi hezaran êzidî revandin. Di wê demê de jî zarokê bi navê Celîl Xelîl 10 sal bû.

Li gorî Celîl Xelîl got, çeteyên DAIŞ`ê ew bi xwe birin gelek herêmên Bakurê Sûriyê.

Piştî tedbîrên pêwîst ji aliyê QSD`ê ve hatin girtin, Celîl Xelîl birin nuqteyeke leşkerî yên girêdayî QSD`ê û amadekariyan dikin da ku wî radestî Mala Êzidiyan bikin da ku ew jî wî bişînîn Şengalê.

(bx)

ANHA